Bang li Fransayê kirin: Komujiyan ronî bikin

  • 20:57 7 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşên ku li Almanya û Fransayê pêk hatin peyamên “Fransa ji bo deynê xwe yê li hemberî Kurdan bide, divê teqez hêzên tarî yên li pişt van komkujiyan derxîne holê” hatin dayîn.
 
Li bajarên Marsîlya ya Fransayê û Hambûrg a Almanyayê, ji bo ronîkirina Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn, bi hezaran kes meşiyan.
 
Hambûrg
 
Li bajarê Hambûrg a Almanyayê yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Meş ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn ve hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên ji Kîel, Bremen, Lubeck, Stade û Oldenbûrgê hatin, tevlî meşê bûn.
 
Li Hachmannplatzê piştî deqeyek rêzgirtinê, aktîvîsta mafên jinan û nivîskar Anja Flach axivî û bi bîr xist ku Emîne Kara bi zanebûn hat hedefgirtin. Anja Flach destnîşan kir ku dewleta Fransa divê teqez komkujiyê ronî bike.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Destê dirêjî jinê bibin, bila bişkên” hatin berzkirin. Meş li semta Damtor a nêzê Balyozxaneya Tirk bi dawî bû û çalakî bi mîtîngê dewam kir. Selma Irmak di mîtîngê de axivî û got ku tu hêz nikare têkoşîna wan asteng bike.
 
Marsîlya
 
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi hezaran kes ji bo kesên di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan saet 14.00’an de li Qada Canebîereyê hatin gel hev û pankarta “Ji bo heqîqet û edaletê, bila sirê dewletê yê deh salan bê eşkerekirin” hildan. Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, M. Şirîn Aydin û Abdûrrahman Kizil hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “PKK tolhildan”, “Bijî Serok Apo”, “Sara Rojbîn Ronahî”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Şehîd namirin” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.
 
Girse ber bi qada mîtîngê ve meşiya û belavok hatin xwendin. Belavokên têkildarî ku suîqastên siyasî ji aliyê teşkîlata îstixbarata Tirk ve tê kirin, hatin belavkirin. Daxuyaniyek bi sernavê “Ji bo Kurdan edalet” hat xwendin.
 
‘Bila sira dewletê bê rakirin’
 
Piştî xwendina daxuyaniyê, daxwaz hatin rêzkirin. Daxwazên bi îmzeya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hatin eşkerekirin ev in;
 
“Tevgera jinên Kurd, Civaka Kurd a Demokratîk û hevalên parastina mafê jinan dikin û azadiya gelên bindest bi hev re dimeşin.
 
- Ji bo jinên aktîvîst ên siyasî ku li Fransayê hatin qetilkirin, meqamên Fransayê divê ‘sira parastinê’ rabikin û hemû belgeyên ji bo ronîkirina sûîkasta sala 2013’an peyde bikin.
 
- Bila êrîşa sala 2022’an her wek êrîşeke ‘terorîst’ bimîne û bila eşkere bibe ku kujer gava girtî bûye û serbest hatiye berdan têkilîya wî bi kê re hebûye.
 
- Bila penaberên siyasî li Fransayê bên parastin, ji bo aştî, azadî û demokrasiyê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn , xebatên civakî, siyasî û dîplomatîk neyên astengkirin.”
 
‘Têkoşîna me berdewame’
 
Girse heta bi Şaredariya Marsîlyayê bi berzkirina tilîlî û dirûşmeyan, mîtîngek li ber şaredariyê li dar xist.
Parlamenterên Piştevaniya Radîkal a Fransayê, Tifaqa yên Taetê Nakin a Fransayê, Şaredarê Marsîlyayê û gelen nûnerên saziyan tevlî mîtîngê bûn.
 
Di axaftinên li vir hatin kirin de bal hat kişandina ser dirûşmeya “Heqîqet û Edalet” û daxwaz hat kirin ku sira dewletê ya deh sal in heye, bê rakirin.
 
Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê hat kirin de, îşaret bi geşkirina têkoşînê hat kirin û ev tişt hatin diyarkirin: “Gelê me ku bi salan e ji bo azadiyê têdikoşe, mala we ava ku we guh da bangê û îro hûn hatin vê derê. Kurd, bi şer û berxwedaneke mezin a bi pêşengiya PKK’ê hatin heta bi vê merheleyê. Hêzên komploger ku li ber vê berxwedanê têk çûn, pêşî li nava Ewropayê Sara, Rojbîn û Ronahî, deh sal…