Li Enqerê panela 'Bandora tecrîdê ya li ser jinan'

  • 16:29 7 Çile 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Li Enqerê bi sernavê "Bandora tecrîdê ya li ser jinan" panelek hat lidarxistin. Di panelê de hat diyar kirin ku tecrîd rê li ber muzakereyan digire, ji bo demokrasiyê divê tecrîd bê bidawîkirin. 
 
Li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê bi sernavê "Bandora tecrîdê ya li ser jinan" panelek ji hêla HDP'ê, Partiya Herêmên Demoratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Hiqûnasan a ji bo Azadiyê (OHD) hat organîzekirin. Hevseroka HDP'ê ya bajêr Pakîze  Sînemîlîoglu moderatoriya panelê kir, parêzera endama OHD'ê Raziye Ozturk û parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan wek axaftvan tevlî panelê bûn. Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Elewiyan a Demoratîk (DAD) û gelek parêzer tevlî panelê bûn. 
 
Pakîze axaftina ewilî kir û got: "Di têkoşîna azadî û wekhewiyê de bêtir jin li pêş in û bêtir jî bi êrişan re rûbirû imînin. Di 5'ê çileyê de Gulistan Doku hat windakirin, di 9'ê Çileyê de Leyla, Fidan û Sakîne li Parîsê hatin qetilkirin û li Silopiyê Sêvê, Pakîze û Fatma hatin qetilkirin. Li Îzmîrê Denîz Poyraz û her wiha carek din li Parîsê jinek din a têkoşer hat qetilkirin. Ev qetliam ne tesadifî ne."
 
Parêzer Raziye Ozturk, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin: "Tecrîd tê wateya pergalekî. Armanc şikandina vîn û serdestiyê. Divê tecrîd beyî girtîgehan li derve jî wek sîstemek bê fikirandin. Jin di her qadên jiyanê tên tecrîdkirin û tên kuştin. Ev pergala tecrîdê hewl dide ku jin di nava 4 dîwaran de asê bike. Tecrîd 5 hezar sal in di nava jiyana jinê de heye. 5 hezar sal in bi rêbazek cuda li hemberî jinan tê meşandin. Tecrîd li Îmraliyê jî wek pergaleke îşkenceyê tê meşandin. Serê ewilî li Îmraliyê û piştre belavî hemû girtîgehan bû. Birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn girtîgeha Îmraliyê. Bi qanûnên nû hewl didin ku Birêz Ocalan heta dawiya emrê xwe li Îmraliyê bimîne. Di nava pergala tecrîdê de astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran jî heye. Ji 25'ê adara 2021'ê heta îro em ji Birêz Ocalan agahî nagirin. Serlêdanên me didome lê belê bersiv nayê dayîn. Ev rewş rewşek bi fikar e. Sêpandinên li Îmraliyê niha li hemû girtîgehên Tirkiyeyê heye."
 
Piştî Raziyeyê parlamenter Fatma Kurtulan axivî û wiha bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan: "Li dijî tecrîdê me dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Ji ber ji tecrîd bandorê li tevahiya jiyana me dike. Divê her beşên civakê bêje ku heke li hemberî kurdan ev tişt hebe, li hemberî me jî dê pêk be. Tecrîd rê li ber muzakereyan digire. Tecrîd tê wateya erêkirina şer. Heke Birêz Ocalan biaxife dê hemû civak biaxife. Jin dê biaxife. Em dixwazin ku daraz bêalîbe. Bi tecrîdê re li hemberî jinan êrişek tund heye Divê jin li dijî tecrîdê divê  têkoşîna xwe mezin bike. Tirkiye demokrasiyê piştguh dike û bi keyfî nêzê mijarê dibe. Heke tecrîd rabe û rêya diyalogê vebe dê li Tirkiyeyê demokrasî pêk bê."
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.