PENa Kurd: Divê binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe

  • 15:20 7 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd têkildarî binpêkirina mafên nivîskar û rojnamegeran a li girtîgehan da zanîn li welatekî ku nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, helbestkar girtîbe em nikarin bêjin li wî welatî demokrasî heye û got:"Divê binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe."
 
Têkildarî zêdebûna binpêkirina mafên rojnameger û nivîskarên li girtîgehan PENa Kurd daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de PENa Kurd bal kişand ser betalkirina înfazên girtiyan û binpêkirina mafan. Her wiha di daxuyaniyê de berhemên 53 nivîskarên li girtîgehan hatine nivîsandin hat parvekirin. Li gel vêya kurtejiyana wan jî hat parvekirin û bi vê yekê hat nîşandan ku tevî hemû zor û zehmetiyan nivîskar li girtîgehan bi nivîsandin û çapkirina berhemên xwe serî hildidin û serî natewînin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Li welatekî ku nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, helbestkar girtîbe em nikarin bêjin li wî welatî demokrasî heye. Li Tirkiyeyê jî demokrasî di bin piyan de ye û ev yek bandoreke mezin li ser tevgera li girtîgehan dike. Loma jî bi taybet di demên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafên nivîsar û rojnamegeran gelekî zêde bûne. Înfaza gelek nivîskar û rojnamegeran tên betalkirin û nayên berdan. Li gel vê jî nivîskar û rojnamegerên girtî ji sekna xwe tu tiştek winda nekirine û her dem peyama ew ê têkoşîna doza xwe bidomînin, radigihînin. 
Nivîskar û rojnamegerên kurd ên di zindana de ne bi salan e li dijî neheqî, binpêkirina mafên mirovan, tundî û êrişa li ser nasnameya xwe li berxwe didin. Ji bo rûmeta xwe û doza xwe di bin şerd û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didomînin. Li gor daneyên Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd niha ji sedî zêdetir nivîskar di girtîgehan de ne û dîsa gelek pirtûkên nivîskarên di zindanan de ji aliyê dewleta tirk ve hatine qedexekirin, nivîskar her roj bi binpêkirina mafên nû rû bi rû dimînin. Dîsa li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) 87 rojnameger li Tirkiyeyê girtîne. Her wiha li gor daneyên Platfroma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) jî niha 17 jinên rojnameger di girtîgehan de ne û tenê di 7 mehên sala 2022’yan de 161 binpêkirina mafên li dijî rojnamegerên jin derketine pêş. Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê û li Girtîgeha Jinê ya Şakranê herî dawî girtî li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan ketin greva birçîbûnê. Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê Nivîskar Mehmet Oztaş jî li dijî binpêkirina mafan li berxwe dide. Her wiha li Girtîgeha Jinê ya Şakranê jî Nivîskar Leyla Saraç dîsa li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan ket greva birçîbûnê. Nivîskar Resul Baltaci jî înfaza wî hat betalkirin û nehat berdan. Her wiha Nivîskar Fecriye Benek jî ji ber înfaza wê hat betalkirin nehat berdan. Nivîskar Murat Turk jî bi hinceta cezayên dîsîplîn û hucreyê hene, înfaza wî hat betalkirin û nehat berdan. 
 
Em dikarin bêjin bi hincetên pûç û vala nivîskar înfazên wan tên betalkirin û bi vê yekê jî tên cezakirin. Di heman demê de mafê tenduristiyê yê Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahinli hat astengkirin. Muayeneya bi kelepçe lê hat ferzkirin. Ji ber Ceylanê ev qebûl nekir loma jî nehat muayenekirin. Dîsa di derbarê 16 rojnamegerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatine girtin tevî 6 meh jî ji ser girtina wan re derbas bûye hîn tu iddianame jî nehatiye amadekirin. Her wiha di 29’ê Cotmehê de dîsa 9 rojnameger li Enqereyê bi îşkenceyê hatin girtin û hîn derbarê wan de jî iddianame nehatiye amadekirin. 
 
Lê belê ligel zor û zehmetiyên li girtîgehan jî rojnameger û nivîskar dîsa serî natewînin û gelek berhem li zindanan çap kirine. Ev jî nîşaneya berdewamkirina berxwedana mayinde ya Gelê Kurd e. Em jî wekî Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd kurtejiyan û berhemên nivîskarên li zindanan parve dikin û dibêjin ku em piştgiriyê didin berxwedana nivîskarên ku berhemên hêja çap kirine. Ji bo van gelek nivîskarên ku em ê berhem û kurtejina wan parve bikin rojên îmzeyê me li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê li dar xistiye. 
Wekî Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd em binpêkirina mafên li girtîgehan şermezar dikin û em ê her tim li ked û têkoşîna rojnameger û nivîskarên li zindanan xwedî derkevin. Tu êriş û zext nikare hêviyên rojnameger û nivîskarên di zindanan de tune bike. Şerd û merc çi dibin bila bibin wê têkoşîn û berxwedana wan siberoja Gelê Kurd ronî bike. Nivîskarên li zindanan rûmeta civakê ye û eynika doza bi salan e. Loma em bang li raya giştî, sazî û dezgehên mafê mirovan ên navnteweyî jî dikin ku li nivîskarên di zindanan de li rûmeta civakê xwedî derkevin û li dijî bêhiqûqiya îktidara heyî ya li Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Divê binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe.
 
Berhem û kurtejiyana nivîskarên li zindanan Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd: 
 
1)A. Menaf Osman
 
Menaf Osman di 1965an de li bajarê Hesekê yê Rojava ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li vir qedandiye, piştre beşa Jeolojiyê li Zanîngeha Şamê qedandiye. Ji ber faaliyetên xwe yên siyasî di 1993yan de hatiye girtin. 28 sal in di girtîgehê de ye. Menaf Osman di heman demê de wêneyan xêz dike û wêneyê li ser berga romana wî ya Sînor jî wî xêz kiriye. Romana Sînor a Menaf Osman ji aliyê îdareya Girtîgeha Girtî ya Tîpa Tyê ya Akhisarê li wî hat qedexekirin. 
Berhemên nivîskar:
* Girê Şêran (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2003
* Şînok (Çîrok), Weşanxaneya Lîsê, 2011
* Namûsname (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2012
* Silava Bajariyan (Çîrok), Weşanxaneya Azad, 2013
* Piling-Şoreşname-1 (Roman), Weşanxaneya Arê, 2015
*Sînor (Roman) Weşanxaneya Aryenê, 2018
*Hezar û Yek Şev (Werger ji erebî-çîrok) Weşanxaneya Azad, 2018
*Mîrê Monte Krîsto- Alexandre Dumas (Wergera ji Firansizî-Roman), Weşanxaneya Azad
*Helbestên Xezeblêhatî-Nizar Qebannî (Werger ji erebî-helbest), Weşanxaneya Azad
*Lênûska Leyla (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2018
 
Pirtûkên Menaf Osman ên hatine qedexekirin:
 
Girê Şêran (Roman)
Nivîskar: Menaf Osman
Sala qedexebûnê: 2017
2)Mizgîn Ronak 
Mizgîn Ronak di 1973an de li Amedê ji dayik bûye. Di ciwaniya xwe de beşdarî nava refên azadiyê bûye. Di 1992yan de li Amedê tê girtin û cezayê muebbetê lê hat birîn. Ev 29 sal in di girtîgehê de ye. Ji bo Kooperatîfa Wergerê ya ji aliyê girtiyên siyasî ve hatiye avakirin karê wergere dike. Niha di Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê (Gebze M Tîpî Cezaevi) de tê girtin. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Sêv jî Me Dikujin (Helbest), Weşanxaneya Lîsê, 2008
*Gorçiya ne Em  (Çîrok), Weşanxaneya Sîtavê, 2018
*Rojhat (Roman), Weşanxaneya Sîtavê, 2018
*Dilavî-Li ber devê birînê (Helbest), Weşanxaneya Arê, 2014
*Em Bûn Baran, (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2011
*Nobedarê Gulên Kobanê (Roman), Weşanxaneya Sîtavê, 2018
Pirtûkên Mizgîn Ronak ên hatine qedexekirin:
 
a) Nobedarê Gulên Kobanê
Nivîskar:Mizgîn Ronak
Sala qedexebûnê: 2018
b)Rojhat 
Nivîskar:Mizgîn Ronak
Sala qedexebûnê: 2018
c)Gorçiya Ne Em
Nivîskar: Mizgîn Ronak
Sala qedexebûnê: 2018
d) Em Bûn Baran 
Nivîskar:  Mizgîn Ronak
Sala qedexebûnê: 2016
 
3)Medya Yaklav
 
Helbestkar Medya Yaklav di sala 1971ê de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Wê dibistana seretayî li navçeyê heta pola 5'an xwendiye. Di sala 1990î de bi Abdullah Yaklav re dizewice. Piştî demekê hevjînê wê Abdullah Yaklav bi hinceta der barê wî de gilî heye tê binçavkirin. Piştî Abdullah Yaklav tê berdan, Medyaya beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Medyayê di 1993an de li Amedê tê binçavkirin. Nivîskar 28 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê de tê girtin. Ev pirtûk yekemîn pirtûka helbestan a Medyayê ye. Pirtûka helbestê ya Welatê Min a Medya Yaklav ku ji 91 helbestan pêk tê li girtîgehên cuda yên Bakur û Tirkiyeyê hatine nivîsandin. 
 
Berhemên nivîskar:
 
Welatê Min, Weşanxaneya Aramê, tebaxa 2020'î
Lîlan be Dil,  Weşanxaneya J&J (Amadekar-Xecê Şen)
 
4)Ahmed Huseyîn 
 
Ahmed Huseyîn di sala 1971'ê de li Bajaroka Şiyê ya Efrînê hatiye
dinyayê. Di sala 1992'yan de hate girtin û cezayê muebetê lê hat birîn.
 Di zindanên Meletî, Bartinê de ma. Hîn jî li zîndana
Tîpî F ya Kandiraya Kocaeliyê dimîne. Beriya niha li
 Rojava pirtûkeke helbestan û yek jî roman du pirtûkên 
wî çap bûne.
 
Berhemên Ahmed Huseyîn:
 
*Canheval (Cerebe), Weşanxaneya Sîtavê, 2018
*Dilê Çar Dilî Cerebe,  Weşanxaneya Sîtavê, 2018
*Zayîna Bi Amûra Sertûj (Helbest), Weşanxaneya Sîtavê, 2018
*Axîna Dilistan (Helbest), Weşanxaneya Sîtavê, 2018
*Gulistana Min (Helbest), Weşanxaneya Sîtavê, 2019
 
5)Ahmedê Bilokî 
 
Ahmedê Bilokî (Ahmet Başboga) li Gundê Bilokê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di 20'ê Cotmeha 1993'yan de li Qoserê tê girtin. Ev 28 sal in di girtîgehê de ye.  Ahmedê Bilokî dibêje: "Me bi bawerî û jiyana xwe ya azad dîwar bê wate kiriye. " Karê xwe yê wêjeyê di girtîgehê de didomîne. 
 
Berhemên nivîskar:
 
Pepûla Azadiyê-Şîrîn Elem Hulî (Roman), Weşanxaneya J&J'yê, 2014-Amed
 
Kezîreşkê (Helbest) Weşanxaneya J&J'yê, 2021-Amed
 
Arînîstan Helbest (Helbest) Weşanxaneya J&J'yê, 2021-Amed
 
Xwedawendek Rûkenarîn (Roman) Weşanxaneya J&J'yê, 2021-Amed
 
Li Benda Te Me (Helbest) Weşanxaneya J&J'yê, 2021-Amed
 
Ava Tî (Helbest) Weşanxaneya Aryenê, 2018-Enqere
 
6)Fecrîye Benek 
 
Fecrîye Benek di 1976'an de li Hîlala Qilebanê ya Şirnexê ji dayik bûye. Di salên 90'î de doza têkoşîna gelê kurd nas dike. Di sala 1993'yan de li Antalyayê tê girtin. Neh û nîv salan di girtîgehê de ma. Dema derket şûnde li Şirnexê Navenda Çandê ya Mem û Zînê vekir. Piştre dîsa tê girtin û 16 salan ceza digire. Li girtîgehên cuda hat girtin. Niha li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê tê girtin.
Berhemên nivîskar:
*Masûmiyet Utandi Kendinden (Masûmiyetê ji xwe Fedî Kir)-(Roman-Weşanxaneya Aryenê)
 
7)Nezîr Çakan
 
Nezîr Çakan, di sala 1976'an de, li Gundê Salhiyê, bajarçeya Erxeniya Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn û amadehiyê li Erxeniyê xwend. Piştî wê, di 1995'an de ji ber sedemên polîtîk hate girtin. 9 sal û 4 meh di zindanê de ma. Li zindanên wekî Amed, Mereş, Elbistan û li Hîlwanê girtî ma. Piştî ku ji zindanê derket di nava xebatên siyasî de cîh girt û ligel wî awayî karê nivîsê jî kir. Heta niha her çi qas xebatên wî hebin jî xebata jînenîgariyê berhema wî ya yekemîn e ku hat çapkirin. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Dilopên Rojê (Jînenîgarî), Weşanên J&J, 2017 -Amed
 
* 33 Kurşundan 33 Şiire (Şiir) Weşanên J&J, 2018-Amed
 
* Demojîn (Şiir) Weşanên J&J 2019
 
8)Mem Farqînî 
 
Mem Farqînî (Mehmet Çelik), di sala 1975'an de li Amedê hate cîhanê. Ji dibistana seretayî heta dibistana amadekariyê li Amedê xwend. Nivîskar hê di dibistana seretayî de, bala xwe dide ser wêje û nivîsanidinê. Di sala 1993an de, ber bi  bayê azadiyê dikeve û di sala 1994'an de hate û cezayê muhabetê lê hate birîn. Piştî ku ket girtîgehê jî têkiliya xwe ji wêje û nivîsandinê qut nekir. Di girtîgehê de dest bi zanîngeha dîrokê ya Stenbolê dike û ji ber derfetên zor û zehmetiyên girtîgehê, xwendina xwe betal dike. Nivîskar, bi sê zimanê biyanî dizane wek îngilîzî, erebî û tirkî bi van zimanan dixwîne û wergerê dike. Di serî de li girtîgehên wek Konya, Burdur, Îzmir F 2, Semsûr, Bolu T Bolu F, Sêwrek T, Riha T-2 hat girtin. 
Helbest, çîrok û cerebeyên wî di kovar û rojnameyan de hatin weşandin. Di pêşbirka Huseyîn Çelebî ya 24'emîn de bi helbesta xwe ya bi navê Xeyal bû duyemîn.
 
Berhemên wî:
 
*Xeyalên Êşa Evînê (Helbest) J&J, Amed-2017
*Qaqlîbaz (Werger) Çapa 3mîn J&J, Amed-2019
*Qesîdeya Hêviyan (Helbest) J&J, Amed-2021
*Ûsivê Qûyûcakî (Werger) J&J, Amed -2021
 
9)Rojbîn Perîşan
 
Rojbîn Perîşan di 28'ê Kanûna 1973'yan de li Licê ji dayik dibe. Ji ber di 1975'an de li Licê erdhej pêk tê di 15 saliya xwe de Rojbinê tê Amedê. Bi hinceta ewlehiyê leşkeran dest xistin ser erd û xerzikên wan. Rojbînê di nava malbateke polîtîk de ji dayik bûye. Dibistana navîn û amadehiyê li Amedê diqedîne û di payiza 1990'î de li Fakulteya Perwerdeyê ya Sêrtê qeyda xwe çêdike. Rojbînê di pola yekem a zanîngehê de berê xwe dide nava refên têkoşer ên azadiyê. Di 1992'yan de piştî civînekê bi îhbarê tê binçavkirin û wê dibin Girtîgeha Amedê. Piştre cezayê muebbetê lê tê birîn û sigunî gelek girtîgehan tê kirin. Rojbînê romana xwe ya yekem a bi navê "Por û Sî" li Girtîgeha Mêrdînê dinivîse. Dema Rojbînê li Girtîgeha Gebzeyê tê girtin bi pençeşêra malzarokê dikeve. 
Berhemên nivîskar:
 
*Bakır Sesli Kadınlar (Jinên Dengê Wan ji Sifirê)-(Roman-Weşanxaneya Aramê)
*Gözyaşımın Ağıdıydı Seni Beklemek (Zêmara Hêsirên Min bû Sekna ji bo Te)-(Roman-Weşanxaneya Aramê)
*Saçlar ve Gölgeler (Por û Sî)-(Romanên Edebiyata TirkîWeşanxaneya Aramê)
*Toprağın Şarkısı (Strana Axê)-(Roman-Weşanxaneya Aramê)
*Kirik Taşlar (Kevirên Şikestî)-(Roman-Weşanxaneya Aramê)
 
Gözyaşımın Ağıdıydı Seni Beklemek (Zêmara Hêsirên Min bû Sekna ji bo Te) di sala 2016'an de hat qedexekirin. 
 
10)Cengiz Eker
 
Cengiz Eker, di 29ê Gelawêja 1964an de li bajaroka Halvelî ya girêdayî Îdirê hatiye dinyayê. Di salên 1980yî de tev li xebatên tevgera azadiyê dibe. Di sala 1992yan de tev li refên azadiyê dibe. Di sala 1993yan de bi hevalekî xwe re tê girtin. Piştî darizandinê 36 sal ceza lê tê birîn. Ev bîst û neh sal in ku di girtîgehê de ye. Di van salan de li ser wêjeya Kurdî xebateke berfireh meşandiye. Di gelek kovaran de nivîsên wî hatine weşandin. Gelek xebatên wî yên ji bo çapê hatine amadekirin hene. 
Berhemên nivîskar:
* Kînor (Çîrok), Weşanên Ar, 2014 - Stenbol
 
* Meytê Li Ser Rê (Çîrok), Weşanên J&J, 2015 - Amed
 
* Mirov (Ceribandin), Weşanên Aryen,2019 - Batman
 
11)  Delîl Payiz
 
Delîl Payiz (Abdullah Gunay) di sala 1979'an de li Gundê Barmanê yê girêdayî Mêrdînê ji dayik bûye. Li navenda Mêrdînê mezin bûye û li Stenbolê bi awayekî çalak beşdarî têkoşînê bûye. Di sala 1999'an de tê girtin û li girtîgehên cuda tê girtin. Bi salan e çîrokan dinivîse û di Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokê de xelata yekemîn digire.
 
Berhemên nivîskar:
 
*Telebe (Çîrok-Kurdî) Weşanxaneya Aryenê, 2021
 
12) Evdê Cano
 
Evdê Cano (Abdullah Oral) di sala 1980'ê de li Qoserê ji dayik dibe û di 1999'an de jî li heman bajarî tê girtin. Ji wê çaxê heta niha di girtîgehê de ye. Helbestên wî di rojname û kovarên wekî "Azadiya Welat","W","Çirûsk" de hatine weşandin. Pirtûka bi navê "Gulan" pirtûka wî ya yekem e. Ev pirtûk li girtîgehê hatiye nivîsandin. 
 
*Gulan Weşanxaneya Belkî (Helbest-Kurdî), 2008
*Adara Agirîn (Helbest), Weşanxaneya Ronahî, 2013, Amed
 
13) Manîsa T Tipi Kapali Ceza Înfaz Kurumu a 27 oda şehzadeler manisa
 
Mahîr Bagok (Hafzullah Kaçmaz) di sala 1981'ê de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik dibe. Ji ber têkoşîna azadiyê niha girtiye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Deriyê Sibehê (Helbest) Weşanxaneya Lîsê, 2011
*Pênc Kulîlkên Zivistanê (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê, 2012
*Dewsa Ramûsanên Brûskan (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê, 2014
*Kefiyên Cihêreng (Roman), Weşanxaneya Lîsê, 2016
 
14) Îlhan Dayan
 
Îlhan Dayan di sala 1974'an de li Gundê Roşatê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik dibe. Dema malbata wî ji ber şerdên aboriyê koçî Serêkaniya Rihayê dibe Îlhan hîn 2-3 salî ye. Dibistana seretayiyê li Serêkaniyê dixwîne. Ji ber şerdên aboriyê dibistan neqedand û wekî karkerekî demkî dest bi kar kir. Ji ber sedemên polîtîk niha di girtîgehê de ye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Bêrîjan (Helbest), Weşanxaneya J&J, 2014
*Xeyalbêj (Helbest), Weşanxaneya J&J, 2017 - Çapa duyem Weşanxaneya J&J, 2018
*Diyariyên Şevê (Helbest), Weşanxaneya Payiz, 2021, Amed
 
15) Yaşar Aslan
 
Yaşar Aslan di sala 1973'yan de li Gundê Hatxê yê girêdayî Nisêbînê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û amadehiyê li Nisêbînê dixwîne. Di sala 1992'yan de dema li Amedê beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend tevlî tevgera azadiyê bû. Ji sala 1993'yan ve ye di girtîgehê de ye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Rengbêj (Çîrok) Weşanxaneya J&J, 2014-Amed
*Çapa duyemîn Rengbêj (Çîrok) Weşanxaneya J&J, 2016-Amed
*Rengbêj (Oyku), Werger: Bedri Adanir, Weşanxaneya J&J, 2016-Amed
*Sergovend (Jînenîgarî), Weşanxaneya J&J, 2017-Amed
 
16)Laleş Çelîker 
 
Di sala 1972'yan de li Tetwanê ji dayik bûye. Di Zanîngeha Dîcleyê de beşa dîrokê du salan xwend û di destpêka 1992'yan de tevlî nava refên têkoşerên azadiyê bû. Di 1997'an de hat girtin û 36 ceza lê hat birîn. Heta niha di girtîgehên Êlih, Mûş, Erzirom, Baybûrt û Bakirkoyê de maye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Ji Dîrokê Dîroka Ehmedê Xanî (Lêkolîn), Weşanxaneya Aramê, 2016, Amed
 
17)Leyla Atabay
 
Leyla Atabay di sala 1978'an de li Wanê ji dayik bûye. Ji salên 1995'an ve ye di nava têkoşîna azadiya kurdan de cih girtiye. Leyla ji 1997'an ve ye di girtîgehê de ye. Leyla li Girtîgehên Mûş û Erziromê maye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Şikefta Fîlozofiyê (Roman), Weşanxaneya Lîsê
*Konjukturel Kimlik, Weşanxaneya Sîtavê, 
*Kendini Unutan İnsan (Roman), Weşanxaneya Lîsê
 
18)Îdris Erenç
 
Di sala 1972'yan de li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji dayik bû. 8 salan di nava refên têkoşerên azadiyê de ma. Di Gulana 2001'ê de ji aliyê Rejîma Îranê ve tê girtin û radestî Tirkiyeyê tê kirin. Cezayê muebbetê lê hat birîn û ev 17 sal in di girtîgehê de ye. Fakulteya Agahiyên Civakî û Fakulteya Karsaziyê dixwîne. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Julinin Sesi (Dengê Juli) - (Roman), Weşanxaneya Sîtavê, Çapa yekem Kanûna 2019'an
*Git En Uzaga (Here Cihê Herî Dûr)-(Helbest), Weşanxaneya Sîtavê, Çapa yekem Cotmeh 2014'an
 
19)Gulazer Akin di sala 1975'an de li Xelata Bedlîsê ji dayik dibe. Xebata Bîst Rojnivîskên Min ên di Destên Min de xebata ewil a di qada çîrokê de ye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Tencerenin Dibi (Binê Quşxaneyê), Weşanxaneyên Belgeyê 
*Cinsiyetçiligin Yaratımı (Çalınan Ozgurluk)-(Xuliqîna Zayendperestiyê-Azadiya Hatiye Dizîn), Weşanxaneyên Aramê
 
20) Cengiz Sinan Halis Celik 
 
Li Navçeya Xozatê ya Dêrsimê di sala 1974'an de ji dayik bûye. Di 1997'an de ji ber sedemên siyasî hat girtin û cezayê muebbetê lê hat birîn. Di girtîgehê de hem bi kirmanckî hem jî bi tirkî helbest nivîsandiye. Xebatên wî yên wêneyan jî li pêşangehên li welat û li derveyî welat hatine pêşandan. Helbest û gotarên wî di rojname û kovaran de hatine weşandin. Di 2015'an de di qada helbesta kurdî û tirkî de xelat girt. Di 2010'an de di Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wêneyan a Şaxa Komeleya ya Mafên Mirovan a Çewligê de di qada helbestê de xelat girt. Di 2012'an de jî di Mîhrîcana Huner û Çandê ya Yilmaz Guney de di qada helbestê de xelat girtiye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Serdestan, Helbest, Weşanxaneyên Ayrinti, 2022
 
21) Erdogan Uçar - Erd.Agron 
 
Di sala 1979'an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Piştî xwendina lîseyê di sala 1996'an de tevlî nava refên têkoşerên azadiyê bûye. Di sala 2000'î de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Nivîskar di sala 1997'an de li Başûr di wargeheke zivistanê de dest bi nivîskariyê dike. Nivîsên wî di operasyona 14'ê Gulanê de tên desteserkirin. Bi nasnavê Seydo Ozkan helbestên wî di kovarên cuda de hatine weşandin. Helbest, çîrok û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyan de hatine weşandin.
 
Berhemên nivîskar:
 
*Dîwana Hestiyan-Çapa Yekem-2017-Weşanên Aryen 
*Avahiya Kevirî û Ên Din-Asli Erdogan (Werger-Çîrok) - (Weşanên Aryen)-(2020) Erd Agron ji tirkî wergerandiye kurdî.
 
22)Necmettin Tural
 
Di sala 1973'yan de li Êlihê hatiye dinyayê. Di sala 1993'yan de jî ber sedemên siyasî tê girtin û bi cezayê muebetê tê mehkûmkirin. Niha li Girtîgeha Tekirdagê têkoşîna xwe didomîne.
 
Berhemên nivîskar:
 
*Malzaroka Jîndar (Helbest)-Çapa Yekem Weşanxaneya Aryen-2018
*Wê Şevê  
 
23)Rafel Akgun Tespo (Ahmed Akgun) 
 
Navê wî yê di nasnameyê de Ahmed Akgun e. Di sala 1974'an de li Êlihê hatiye dinê. Ji sala 1992'yan ve girtî ye. Ev sîh sal in ku di girtîgehê de ye û gelekî helbestên wî hene ku hê nehatine weşandin.
 
Pirtûka wî ya ewil:
 
*Ra Hanorya (Helbest)-Weşanxaneya Aryen-2020
 
24) Nesip Tarim
 
Di sala 1977'an de li Gundê Qubinê ya girêdayî Elihê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn xwendiye. Heta sala 1993'an li gund bi karê çandiniyê mijûl bûye û di sala 1993'an de tevlî nava refên azadiyê bûye. Di sala 1995'an de li bajarê Filibê tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Di zindanên cuda de maye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
* Xezal (Roman) Weşanxeya Belkî-2007-Amed 
*Lekeya Hinarê, Roman. Weşanên J&J-2015 - Amed
 
25)Abdullah Yilmaz
 
Di sala 1963'yan de li herêma Botanê ji dayik bûye. Ji ber rewşa koçeriyê dibistan nexwendiye. Xwendin û çanda medreseyê di nava malbata wî de pêşketî bûye. Vê yekê bandora xwe li ser wî jî kiriye. Di sala 1974'an de malbata wî jiyana koçeriyê terikandiye û dest bi jiyana bajarvaniyê kiriye. Ev jiyana bajarvaniyê hestên welatparêzî û têkoşîna azadiyê bi xwe re tîne. Li ser zilm, zext û îşkenceyan di sala 1993'yan de mecbûr dimîne derbasî başûrê Kurdistanê dibe. Piştre jî tevlî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Di sala 1995'an de di kemînekê de bi sê guleyan birîndar dibe û tê girtin. Demeke dirêj di zindana Êlihê de dimîne. Hê jî girtiye û gelek zindan guherandiye.
 
Pirtûka Wêneyek Veşartî, ji serpêhatiyên girtiyan pêk tê.  Li gel ku rêveberiya girtîgehê destûra çapê da jî, lê niha rêveberiya girtîgehê pirtûkê nade xwediyê wê û destûr nade biçe ber destê xwîneran.
 
Têkildarî pirtûkên nivîskar Abdullah Yilmaz doz hat vekirin. Li gor agahiya malbatê têkildarî du pirtûkên nivîskar ên bi navê Rêça li ser Berfê, Wêneyek Veşartî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" doz hatiye vekirin. 
 
Li gor agahiyên malbata nivîskar Abdullah Yilmaz ê di zindanê de ye ragihand rêveberiya girtîgehê berê Abdullah kiriye hucreya yekkesî û piştre jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" doz derbarê pirtûkên wî de hatiye vekirin. Her wiha pirtûkên Abdullah Yilmaz li wî hatibû qedexekirin
 
Berhemên nivîskar:
 
*Rêça li ser Berfê (Çîrok)
*Jan û Jin (Roman)
*Derba Xencerê (Roman)
*Pirtûka Jiyanê (Roman)                                    
*Tov di bin Axê De Namîne (Roman)-Weşanxeya Sîtavê-2019
*Wêneyek Veşartî(Serpêhatî)-Weşanxeya Doz-2013
 
26)Ercan Dogan
 
Di sala 1978'an de li gundê Smailka ku bi navçeya Hezoya Êlihê ve girêdayi ye hatîye dinê. Ji ber doza siyasî cezayê muebetê girtîye û hê jî di zindanê de ye.
 
Berhemên nivîskar:
 
*Zêmar (Helbest), Weşanên J&J, 2016-Amed
 
27)Resul Baltaci
 
Resul Baltaci di sala 1972'an de li Gundê Hiseyniya girêdayî Misircê yê Sêrtê hatiye dinê. Di temenekî biçûk de tevgera azadiyê nas dike. Ji ber şert û mercên demê neçar dimînin bi malbatî koçî Batmanê bikin. Di sala 1982'yan de tê girtin û cezayê muebetê digire. Di girtîgehê de fêrî xwendin a nivîsandinê dibe, bi dorê di girtîgeha Amed, Dilok, Mus, Sêrt, Sewreg, Şakran a Îzmîr û Duzceyê maye. Resul  hîn jî di girtigehê de ye. Nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên wekî Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Eylul, Şopa Rojê, Kovara W, Tîroj, Mahsus Mahalu, Yeni Ozgur Politika de derdikevin. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Ez Penaber im (Helbest), Weşanxaneya J&J, 2015-Amed
 
*Rodeng (Çîrok), Weşanxaneya J&J-2019-Amed
 
28) Ramazan Çeper
 
Ramazan Çeper di sala 1980'ê de li Batmanê li navçeya Sasonê ji dayik bûye. Dema hê biçûk bû tekoşînê nas dike û tevlî xebatên politîk dibe. Di sala 1998'an de bi îddîaya "endamtiya rêxistinê" tê girtin û heta 2004'an girtî dimîne. Piştî ku ji girtîgehê dertê tevlî refên tevgera azadiyê dibe. Di sala 2006'an de li Stenbolê careke din tê girtin û bi muebbetê tê cezakirin. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Yazde Rondikên Tenini (Helbest), Weşanxaneya Tevn-2010-Stenbol
*Etîmolojiya Çiyayên Kurdistanê (Etimoloji), Weşanxaneya Ar-Stenbol 
*Şervanek Dimeşe di Dilê Me de (Helbest), Weşanxaneya Tevn- 2011-Stenbol
*Ziryan im, Weşanxaneya Ar-2013-Stenbol
*Ferhenga Etimolojiyê (Ferheng) Weşanxaneya Ar-2014-Stenbol
*Zimanê Îktidara Mîkro (Lêkolîn) Weşanxaneya 2016-Amed 
*Dema Beybûn Derb Dibin (Çîrok), Weşanên Çandê yên Cerenê-2017-Stenbol
*Ferhenga Mîtolojiya Kurdî (Bi Kamuran Yitik re), Ferheng, Weşanên Çandê yên Enstutiya Kurdî-2017-Stenbol
*Sekna Polîtîk Exlaqî û Felsefeya Nirxê (Bi Ekrem Baydogan)-Lêkolîn-Weşanên Ar-2018-Stenbol
*Kenê Anahita (Çîrok), Weşanên Aryen, 2019, Enqere
*Psikopatolojiya Mêtingeriyê (Lêkolîn)-Weşanên Name-2020-Amed
*Analîza Polîtîk-Sosyo ya Wêjeya Kurdî (Bi Ekrem Baydogan)-(Lêkolîn)-Weşanên Aryen-2020-Enqere
*Ferhenga Mîtolojiya Kurd (Ferheng)-Weşanên Aryen-2020-Enqere
 
29) Nurullah Tutal 
 
Li gundê Zibiniyê yê Sêwregê (Girê Sor) ya Rihayê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li navenda Rihayê ya navîn li Tekirdagê ya amadehiyê jî li Sêwregê qedandiye. Dema beşa Harita Kadastroyê li Zanîngeha Kocatepeya Afyonê dixwînî di 2012’an de ji ber fikra xwe ya siyasî bi ser mala wî de tê girtin û tê binçavkirin. Piştre li Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê tê girtin. Piştî demekê hat berdan lê darizandina wî dewam kir. Bi dadgehên ku dewam kirin 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Niha hîn di girtîgehê de ye. Li ser helbestê jî hinek xebatên wî hatine meşandin. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Bilinmezliklerin Golgesindeki Umut Yolcugulu- Rêwîtiya Hêviyê ya di bin Siya Nezalaliyê de (Roman)-J&J-2022-Amed
 
30) Mehmet Durak Karak 
 
M. Durak Karak li gundê Qubika Pirsusê hatiya dinê. Ji ber xizanî  û feqîriya  malbata xwe hin di 10 saliya xwe de tevî kom û kulfetê malbata xwe bi irxatî diçe Çukurovê. Karê heqê pembo kom kirin û çinîna pale jî hemaliyê etarîyê gavanî  û şivanîyê bigire bi hejmarê  naqede hin gelek xebat û karê bi dest û lepan jî kiriye. Di sala 1973yan de li gel kekê xwe Mihemed Şah foto şah bi şagirtî Dest bi kar û pîşeyê wênekêşîyê  fotokêşiyê kir û zewîcîye. Di sala 1979an de bi tekoşîna Tevgera Azadiyê nas kir. Di serê sala 1981ê de hatiye girtin. Di koma surucê de hatiye darizandin. Bi endamtiya  rêxistinê 10 sal ceza girtiye. 6 salan di girtîgeha hejmara 5’emîn a zindana Amedê de raza ye. Di sala 1991ê de hatiye girtin 3 mehan di girtîgeha Rihayê de razaye. Cara pêncemîn  a dawî de sala 1995an de hatiye girtin. Bi cezayê  muebetê hatiye cezakirin û hîn di zindanê de ye. Zindanên ku lê maye ev in: Amed, Giresûn, Meraş, Elbistan, Sêwrek û niha jî di 1’emin Tipa T a Girtîgeha Rihayê de ye. Pirtûka wî  ya destpêkê  Du Çêlikên Şêra û Çar Can Çar Ciwan bû.
 
Berhemên nivîskar:
 
* Jiyana Min – I Trajedî û Komedî [Jiyanname], J&J, 2021-Amed
* Jiyana Min – II [Jiyanname], J&J, 2021-Amed
 
31) Murat Turk
 
Di sala 1976an de li Navçeya Rezanê ya Amedê ji dayik bû. Di sala 1990’î de dest bi faliyetên siyasî kir. Di 1992’yan de beşdarî têkoşîna azadiyê bû. Di 1995’an de ket girtîgehê. Nivîsên wî di rojname, kovar û pirtûkên cuda de hatin weşandin.
 
Berhemên nivîskar:
 
*Böğürtlen zamanı 1 arayış (Dema Dirîreşkan 1 Lêgerîn)
*Böğürtlen zamanı 2 buluşma (Dema Dirîreşkan 2 Hevdîtin)
*Köprüdeki düşman (Dijminê li ser Pirê)
 
Dema Dirîreşkan wergera wê ya ji kurdî li Weşanên Belgeyê hat çapkirin. Dema Dirîreşkan hat qedexekirin. 
 
Xelatên girtiye:
 
Di 2006’an de di beşa çîrokê de xelata Îsmet Baycan a mansiyonê girt. 
Di 2008’an de di qada çîrokê de xelata yekemîn a Huseyin Çelebî girt. 
Di 2010’an de di beşa çîrokê de xelata duyem a Îsmet Baycan girt. 
Di 2012’an de di qada çîrokê ya Yilmaz Guney a duyemîn de xelat girt. 
Bilal Turk: 0 536 951 58 50
 
32)Mehmet Oztaş
 
Mehmet Oztaş di sala 1980ê de li bajarê Rihayê, navçeya Wêranşarê hatiye dinyayê. Di sala 1997an de tevlî nava şoreşê dibe. Di sala 2004an de tê girtin û bi cezayê muebetê tê cezakirin. Li zindanên wekî Mêrdîn, Amed, Mûş û Semsûrê dimîne.  Di zindanê de bala xwe dide ser wêjeyê. Bi Kurdî û Tirkî dinivîse. Pirtûka wî ya yekemîn bi navê “Mavî Ada” (Girava Şîn) helbestên bi Tirkî di sala 2012an de tê weşandin. Her çi qas bi Kurdî û Tirkî berhemên wêjeyî diafirîne jî, ew dixwaze bala xwe bide ser Kurdî.
 
Berhemên nivîskar:
 
* Mavi Ada (Girava Şîn)-(Helbest), Weşanxaneya J&J, Îlona 2012an – Amed
* Kardelen Zamanı-(Dema Berfînê) (Ceribandin), Weşanxaneya J&J, Gulana 2013’an – Amed
* Evîna Bêzar (Helbest), Weşanên J&J, Gulan 2013 – Amed
* Ülkeye Dönüş (Vegera Welat)-2000-(Serpêhatî-Roman), Weşanxaneya J&J, Gulana 2016’an -  Amed
*Agrımdan Gul de Kokmaz (Ji Êşa Min Gul jî Bêhnê Nade)-Weşanên Ar-2019
*Evîna Bêzar (Helbest)-Weşanên J&J-2013
*Bêje Riziya Dinya Bêdil Ma (Helbest)Weşanxaneya Ar-2019
33) Sinan Sutpak
Sinan Sutpak di sala 1961'ê de li Gundê Tilê yê girêdayî Sêwrega Rihayê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Di sala 1993'yan de ji ber doza siyasî cezayê muebetê lê tê birîn. Di zindanên Semsûr, Bûrsa û Elbistanê maye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Jûtenya (Helbest)-Weşanxaneya Aramê
 
34) Mahmut Yamalak
 
Mahmut Yamalak di sala 1969'an de li Dutaxa Agiriyê ji dayik bûye. Ji ber malbata wî koçî Stenbolê kiriye li wir mezin bûye. Di ciwantiya xwe de du salan di girtîgehê de maye û piştî derketiye tevlî têkoşîna azadiyê bûye. Di sala 1994'an de careke din hatiye girtin. Cezayê muebbetê lê hatiye birîn. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Mermer Kantli Kuşlar (Çûkên Baskên Wan ji Mermer)-(Roman)-Weşanên Aramê-2013-Amed
*Tarîderya (Roman)-Weşanên Aramê-2013-Amed
 
35) Ferhan Mordeniz 
 
Ferhan Mordeniz di sala 1978'an de li Licêya Amedê ji dayik bû. Di salên ciwantiya xwe de têkoşîna polîtîk nas kir û di sala 1994'an de beşdarî têkoşîna azadiyê bû. Di sala 1999'an de bi awayekî birîndar hat dîlgirtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Di serî de Amed li girtîgehên cuda maye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Açik Yara (Birîna Vekirî)-(Helbest)-Weşanên Berfîn
*Rojên Neava (Helbest)
*Kulde Gullenen Şarkilar-(Stranên di Nava Xweliyê de Şên Dibin)-(Helbest)-Weşanên Aryen-2019-Enqere
*Li ser Bircên Dilê Min Reqsa Perperokan-Weşanên Aryen
 
36)  Mehmet Yavuz 
 
Mehmet Yavuz di sala 1969'an de li Gundê Şabana yê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund a navîn û amadehiyê li Qoserê xwendiye. Heta pola duduyan a zanîngehê xwendiye. Di sala 1984'an de ji gund koçî metrepolên Tirkiyeyê kiriye. Nasîna nivîskar a tevgera azadiyê berî koçkirinê dest pê dike. Di 1990'î de bi awayekî çalak tevlî xebatên tevgera azadiyê dibe û di 1994'an de tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Li girtîgehên Mêrdîn, Îzmîr-Bûca, Aydin-Nazilî, Kiriklar, Bolu, Sêrtê maye. Berhema Ax û Xwîn li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê nivîsandiye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Ax û Xwîn (Roman) Weşanxaneya J&J-2016-Amed
*Xeyalên Nîvcomayî (Çîrok) Weşanxaneya Ar
*Femînîzmden Jineolojiye (Ji Femînîzmê ber bi Jineolojiyê ve)-(Lêkolîn)-Weşanxaneya Şar
 
37) Abdurrakip Yuksekbag 
 
Abdurrakîp Yuksekbag di sala 1966’an de li bajaroka Comanî ya Taxa Qesrê ya girêdayî Hawêlê ya Sêrtê hatiye dinyê. Ev herêm di nava kurdan de wek herêma Xerzanê tê nasîn. Di sala 1993’yan de ji ber kar û barên xwe yên siyasî hatiye girtin û ji wê demê û vir ve hîn jî di zindanê de ye. Di zindanê de beşa Aborî û Îdarî xwendiye. 
 
Li gel di gelek warên wêjeyî de wek roman, helbest û nivîsên curbecur berhemên wî hene jî ji ber şert û mercên ku tê de ye ew berhem heta niha nehatine çapkirin. Gulçîçeka Dilan behema wî ya yekem e ku hatiye çapkirin. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Gulçîçeka Dilan-Çîrokên Herêma Xerzanê (Folklor)-Weşanxaneya Payizê
 
38) Mahmut Aslan
 
Mahmut Aslan di sala 1974’an de li Feraşîna girêdayî Elkê ya Şirnexê ji dayik bûye. Di temenekî nas de tevgera azadiyê nas kiriye. Di sala 1999’an de ji ber têkoşîna di rêya doza azadiyê de tê girtin û cezayê muebbetê lê tê birîn. Dema dayika wî, hevjîna birayê wî û biraziyê wî diçin serdana wî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Du birayên wî jî birîndar dibin. Maryamê ji bo wan dinivîse. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Maryam-Helbest- Weşanên Sîtav-2015
*Meryema Gewdan-Helbest-Weşanên Sîtav-2015
 
39) Erhan Kaya 
 
Erhan Kaya li navçeya Gogsîyê ya Erziromê ji dayik bûye. Di 1995’an de ketiye girtîgehê. Ev 27 sal in di girtîgehê de ye û li girtîgehên cuda geriyaye. Berhemeke wî ya bi navê Rojnivîskên li Zindanê heye û bi tirkî ye. Bi kurdî jî nivîsiye lê hîn ew nekiriye wekî pirtûk. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Zindan Gunlukleri 1 (Rojnivîskên li Zindanê)
 
40) Sertaç Kiliçarslan
 
Di sala 1976'an de li gundê Çorsêna Tetwanê ya Bedlîsê ji dayik bûye. Di ciwaniya xwe de tevlî nav refên azadiyê dibe. Di sala 2007'an de tê girtin û cezayê muebeta giran didinê. 
 
Berhemên nivîskar:
 
* Rexneyên Civaknasiya Nûjen (Lêkolîn)- Çapa Yekem: Çileya 2022'yan-Weşanên Aramê
* Li Çiyayê Helgurdê Şerê Ronahî û Tariyê-Weşanên Kil
 
41) Hecî Nehsan
 
Di sala 1974’an li gundê Korikê ku girêdayî Kobaniyê ye hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan/ceribîn û helbestên wî di kovarên wekî Çirûsk, Hawara Botan, Golik, Roza, W, Eylul, Tîroj û Umuş Eylul de hatine weşandin. 22 sal in ku ji doza siyasî di girtîgehê de ye.
 
Berhemên nivîskar:
 
• Zêmarên Çûyînê (Hêçan), Weşanên J&J, 2013 - Amed
• Agrîna (Helbest), Weşanên J&J, 2014 - Amed
• Nofa (Çîrok), Weşanên Ar, 2014 - Stenbol
• Şîna Şevê (Helbest), Weşanên Ar, 2015 – Stenbol
• Arjenîka (Hêçan), Weşanên J&J, 2016 – Amed
• Maha (Çîrok), Weşanên J&J, 2016 – Amed
• Ciweyna (Helbest), Weşanên Aryen, 2017 – Enqere
 
42) Kerem Bîlen 
 
Di sala 1978an de li bajarokê Hîlalê yê girêdayî Qilebana Şirnexê hat dinyayê. Ji ber bêderfetiyan bes karî dibistana seretayî bibe serî. Hîn di salên zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir û pêwendî pê re danî. Di sala 1994an de piştî ku gundê wan hat xerakirin, ji bêgaviyê tevî malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê kir. Piştî koçkirinê jî di nav refên Tevgera Azadiyê de têkoşîna xwe ya azadiyê domand. Di sala 1999an de hat girtin û bi cezayê muebetê hat mehkûmkirin. Eleqeya wî ya li ser wêjeyê di zindanê de zêde bû. Di kovar û rojnameyên cuda de nivîsên wî yên edebî hatin weşandin. “Meşa Jiyanê” berhema wî ya ewil a hatî çapkirin e. Niha  xebatên xwe yên wêjeyî didomîne. 
 
Berhemên nivîskar:
 
Meşa Jiyanê, 2017, Aryen
 
43)Welat Esen 
 
Di sala 1973’an de li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Di sala 1991’ê de li Zanîngeha Dîcleyê, li beşa Mamostetiya Dîrokê dest bi xwendinê kiriye lê di sala duyem de ji ber xebatên xwe yên polîtîk dev ji xwendinê berdaye. Di berfanbara 1995’an de li Îzmîrê hatiye girtin. Bêtirê nîvê temenê xwe li girtîgehan derbas kiriye. Ji hingê ve ye ku bi cezayê muebetê girtî ye. Bi dorê li girtîgeha Bûca, Konya, Sîncan, Kirikkaleyê maye û niha jî li Girtîgeha Bandirmayê ye.
 
Berhemên nivîskar:
 
*Ev Rû Ev Xerîbî (Helbest, Weşanên Sor, 2021) pirtûka wî ya yekem e û di Pêşbirka Helbestê Ya Arjen Arî de, xeleta yekemîniyê wergirtiye.
*Topa Xwedê pirtûka wî ya duyemîn e. (2022, Aryen)
 
44) Ali Koç
 
Ali Koç ji malbateke ji Şemrexa Mêrdînê ye. Di 1971’ê de li Amedê ji dayik dibe. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê li Amedê dixwîne. Di pola 4’an a Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê de ango d, 1992’yan de zanîngehê terk dike û tevlî têkoşîna çalak dibe. Di 1993’yan tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Li girtîgehên mîna Amed, Dîlok, Karabukê tê girtin. Xebatên li ser Paradigmaya Demokratîk û Anti-iktidarist ên li girtîgehê dest pê kir, hîn didomîne. Hinek gotarên wî di rojname û kovaran de tên weşandin û hîn jiyana xwe ya nivîskariyê didomîne. 
 
Berhemên nivîskar:
 
Ji Dewleta Efendî ber bi Civaka Demokratîk-Weşanxaneya Aramê-2011-Bi Umut Beyaz re nivîsandiye
Komunalist Ekonomi, 2017, Aryen
 
45) Sînan Salhan 
 
Sînan Salhan di sala 1989’an de li Ebexa Wanê ji dayik bûye. Ji ber nasnameya xwe ya Kurd e girtî ye. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Hêvîyên Bermahî (Roman)-Sîtav-2022
 
46)Orhan Sakci 
 
Di 9174’an de li Gundê Zengokê yê Mûşê ji dayik dibe. Di sala 1993’yan de gundê wan tê şewitandin û koçî metropolên Tirkiyeyê dikin. Di 1994’an de tê girtin.
 
Berhemên nivîskar:
 
*Ez li Zarokatiya Xwe Digerim (Çocuklugumu Arıyorum) –Bibîranîn-2020-Weşanxaneya Nameyê 
*14 Kat (14 Fîlîz)-Weşanxaneya Doyê 
*Tenêbûneke Veşartî (Gizli Bir Yalnızlık)- Weşanxaneya Doyê 
 
47)Ebedin Abi 
 
Ebedin Abi di sala 1970’ê de li Gundê Germanê yê girêdayî Elka Şirnexê ji dayik bûye. Di sala 1996’an de dîl tê girtin. Cezayê muebetê lê hatiye birîn. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Heliz û Hebûn-Weşanxaneya Sîtavê-2014
 
 
48)Rojhat Xemgîn
 
Rojhat Xemgîn di sala 1971’ê de Samûsa yê girêdayî navçeya Şaxê ya bajarê Wanê ji dayik bûye. Di sala 1993’yan de tevlî nava refên tevgera azadiyê bûye. Di sala 1997’an de jî tê girtin. Cezayê muebetê dixwe. 
 
49)  Mustafa Geylanî 
 
Mustafa Geylanî (Mustafa Geylan) di sala 1969’an de li Gundê Dêmana Şemzînanê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Şemzînanê bi dawî kiriye. Di sala 1990’î de terka zanîngehê dike û beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibe. Di Newroza 1999’an de ji aliyê Dewleta Gurcistanê ve teslîmî Tirkiyeyê tê kirin. Li DGM’ya Erziromê bi îdamê tê darizandin. Cezayê muebetê lê hat birîn. 
 
Berhemên nivîskar:
 
* Xwedawenda Min (Tanrıçam)-Weşanxaneya Sîtavê
 
50) Îskender Karaman 
 
Îskender Karaman di sala 1975'an de li Gundê Kotransê yê Colemêrgê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe diqedîne. Di temenekî biçûk de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas dike. Di 1998'an de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe. Di sala 2001'ê de dikeve zindanê. Piştre cezayê giran lê tê birîn. 21 sal in di hucreya tecrîdê ya yekkesî de tê hiştin. Di hucreya tecrîdê ya yekkesî de dibistana navîn û amadehiyê diqedîne. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Kısa Kurt Tarihi (Dîroka Kurdan a Kurt)
*Tecrit Hucresinden Mektuplar (Nameyên ji Huceya Tecrîdê)
*Demokratik Konfederalizm
 
51)Lokman Aslan 
 
Lokman Aslan di sala 1977'an de li Gundê Feraşînê yê Şirnexê hatiye dinyayê. Di Gulana 1999'an de hatiye girtin û cezayê dardekirinê lê hatiye birîn. Ev 23 sal in di girtîgehê de ye. Heta niha li gelek girtîgehan maye.
 
*Axîna Bideng-2016-Weşanxaneya Sîtavê 
 
52) Zekî Bayhan 
 
Zekî Bayhan sala 1976’an de li Colemêrgê ji dayik bûye. Ji beşa Îktisatê mezûn bûye. Di sala 1998’an de ji ber sedemên polîtîk hat girtin. Gotarên wî di rojname û kovarên cuda de hatin weşandin. 
 
Berhemên nivîskar:
 
*Sifira Yukselmek (Bilindbûyina ber bi Sifirê ve)-Lêkolîn-Weşanxaneya Aramê
*21. Yuz Yil Ozgurluk Îdeolojîsî Demokratîk Sosyalîzm (Îdeolojiya Azadiyê ya sedsala 21’emîn)-Siyaset-Polîtîka-Weşanxaneya Belge-2015
*Demokratîk Ulus (Neteweya Demokratîk)-Lêkolîn-Siyaset-Dîrok- Weşanxaneya Belge-2016
* Demokratik, Ekolojik, Cinsiyet Özgürlükçü Paradigma(Paradîgmaya Azad a Zayendî, Ekolojîk û Demokratîk)-Siyaset-Polîtîka-Sosyolojî- Weşanxaneya Belge-2011
 
53)Orhan Çaçan
 
Orhan Çaçan, di sala 1974an de li gundê Çorsene yê Tetwana Bedlîsê ji dayik bûye. Di sala 1991ê de hevnasîna wî bi tevgera azadiyê re çêbû. Ji wê demê û şûn ve xebatên wî yên siyasî bê navber dom kir. Çend caran hat girtin û berdan. Herî dawî di Sibata 1999an de hat girtin û ji wê rojê ve hê di girtîgehê de ye. Bi cezayê muebedê hat darizandin û bi vê mebestê ceza lê hat birrîn. Ev demek dirêj e li ser wêje û dîrokê xebatên wî didomin. Aşûda Koran, pirtûka wî ya çîrokan a sêyem e.
 
Berhemên Nivîskar:
 
* Kuştur Uçar / Çîrok 2013 /Weşanên Ceylan Stenbol (Tirkî)
* Hilmek Jiyan Hilmek Mirin (Çîrok) 2016 / Weşanên Na / Îzmîr
* Aşûda Koran (Çîrok) 2016 / Weşanên Na / Îzmîr
 
*Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd