Cenazeyê Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat definkirin

  • 14:52 7 Çile 2023
  • Rojane
 
RIHA - Cenazeyê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Bedriye Demîr li Rihayê hat definkirin. 
 
Ji Dayikên Aştiyê ya Rihayê Bedriye Demîr (65) ku rakiribûn nexweşxaneyê ji ber kezeba wê enfeksyon girtiye jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bedriye ji morgê ji hêla endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatan re ya ku Xizmên xwe li ser vê Erdnegariya Kadîm de Windakirine (KATDER) û parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu ve hat girtin. 
 
Cenaze piştî ku li Camiya Yusuf Paşa vecîbeyên olî pêk anîn li Goristana Bediuzzamê hat definkirin. Li goristanê parlamenter Ayşe Axaftinek kir û got: "Bedriye bi salan ji bo aştiyê têkoşîn da. Em ê jî ji bo anîna aştiyê ya li vî welatî berxwedana xwe mezin bikin."