Bi deh hezaran kes li Parîsê dimeşin

  • 14:32 7 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê bi deh hezaran kes ji bo bîranîna pakrewan û protestokirina her du qetlîamên li Parîsê dimeşin.
 
Ji bo eşkerekirina kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de hatin qetilkirin û ji bo raza dewletê ya dosyeya dozê de were rakirin, bi deh hezaran kes dimeşin.
 
Di meşê de gelek caran dirûşmên "PKK tolhildan", "Bijî Serok Apo", "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Gerîla", "Şehîd Namirin", "Terorîst Erdogan" tên berzkirin.
 
Serokê Baroya Parîsê, nûnerê Tevgera Ciwanên Nobedar û parlementer li cihê hevdîtinê ji raya giştî re axivîn.
 
Dema şaxa meşê bigihêje Qada République wê mîtîngek were lidarxistin. Di mîtîngê de bi dehan hilbijartiyên Fransî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, nûnerên sendîkayan, parêzer, nûnerên saziyên Kurdan, nûnerên rêxistinên çep ên sosyalîst ên ji Tirkiyeyê wê biaxivin.