Fatma Yavuz: Me neynin hember hev û siyasetê nekin

  • 09:03 7 Çile 2023
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE- Teolog Fatma Yavuz der barê pêşnûmeqanûna turbanê ya desthilatdariyê de got: “Me neynin hember hev û siyasetê nekin. Aliyekî civakê nekin qurban û maf teslîm nekin. Ez mafekî  ji xwişk û birayên min hatine girtin qebûl nakim.”
 
Pêşnûmeya guhertina destura bingehîn ya bi navê ‘ji bo turbanê ewlehiya destura bingehîn û parastina malbatê’ ya ji aliyê AKP’ê ve hat amadekirin  bi parlamenterên MHP û parlamenterekî Partiya Yekitiya Mezin (BBP) bi giştî  bi îmza 336 parlamenterî di 9’ê Kanûnê de pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin.
 
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) diyar kiribû ku hevdîtinên komîsyona der barê pêşnûmeqanûnê  nêrîna jinan nehatiye girtin jin tevli hevdîtinan nebûne û balkişandibû ser rîskan.
 
Teolog Fatma Yavuz der barê pêşnûmeqanûnê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Fatmayê diyar kir ku muxalefeta siyasî di alî ku desthilatdariyê bide sekinandin de têr nîne û divê civak li dijî van qanûnên cudakar bêje êdî bes e. fatmayê wiha dirêjî dayê: “ Nîqaşên turbanê ya di destura bingehîn de tên kirin. lê tiştek şaş heye. Em  weki ku wek welatên Swêd, Norveçê gelek demokratîkin, şîroveyên bi konfor tên kirin. Li Tiriyeyê rejîmek otorîter a giran heye. Her tişt serobino kirine. Ne hiqûq, ne sazî ne demokrasî maye. Li welatekî normal ji xwe maf û azadî serbestin. Tişta qedexe bi qanûnê tê anîn. Ya serbest ji xwe serbest e."
 
‘Hewce bi qanûnê tune be çima tê guhertin’
 
Fatmayê di berdwamiyê de wiha bi lêv kir: “Divê muxalefet di mijara turbanê de her tim neyê tengezarkirin. Di rewşa heyî de ji xwe qedexeya turbanê tune ye. Kemal beg anormaliya Tiriyeyê li ber çavan girt ji bo çareseriyê ev pêşnûme kir û ew jî dizane di alî teknîkö de ji xwe hewce pê tune ye. Ez zelal dibêjim ji bo alava destê Erdogan jê bigire ev pêşnûme anî. Belê niha qedexeyek fîîlî tune ye, ji xwe pirsgirêk jî tune ye.  AKP’ê jî got hun çima tînin, pirsgirêk tune ye. Lê ji bo pêlîstoka destê Erdogan bigirin anîn. Ev pêngavek siyasî bû.”
 
‘Maf nedin me’
 
Fatmayê her wiha daxuyakirin ku desthilatdarî her cara ku siyasetê dike hinekan dike qurban û herî dawî di vê pêşnûmeqanûnê de jî kesên LGBTÎ hedef hatine nîşandan û ev  nirxandin kir: “Li gorî desthilatdariyê tenê xwendegehên Îmam Hatîp û yên turbankirî mirovên makul in. Hefteya borî di weşana min bang li Erdogan kir de ez bi lînçê re hatim rû hev.Berê min di benameya HDP’ê de jî bang kiribûn. Min gotibû ‘ji ber gotinên nefretê zirar bigihêje yek kesekî LGBTÎ ez ê turbana xwe vekim û bişewitînim.’ Min ev dubare kir. Lê gotin blofê dike. Ez gelek bi biryarim. Me neynin hember hev û siyasetê nekin. Aliyekî civakê nekin qurban û maf teslîm nekin. Ez mafekî  ji xwişk û birayên min hatine girtin qebûl nakim. Bi qasî em destur bidin wê qada me teng bikin. Em destur nedin vê.  Mifte destê me de ye.”