ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 7 Çile 2023
  • Rojev

* Fadîle Aytiş a 60 sal in kilaman dibêje, diyar kir ku divê xwedî li dengbêjiyê were derketin û got: "Gava ez 7 salî bûm pîrika min digot ‘gotinên min pîr bike lê ji bîr neke’. Piştî vê, heta vî temenê xwe min li ser êş û kulên Kurdan lorand. Bila her kes li çanda dengbêjiyê xwedî derkeve." DÎMEN HEYE

 
*Teolog Fatma Yavuz der barê pêşnûmeqanûna turbanê ya desthilatdariyê de got: “Me neynin hember hev û siyasetê nekin. Aliyekî civakê nekin qurban û maf teslîm nekin. Ez mafekî  ji xwişk û birayên min hatine girtin qebûl nakim.” DÎMEN HEYE
 
*Ji Jin bi hev re xurt in Dîdar Gul, diyar kir ku wê tundiya mêr û dewleta mêr a ku vê tundiyê li kolanan rewa dikin, teşhîr bikin. DÎMEN HEYE
 
* Jinan diyar kirin ku Necatî Akpinar yê di dîrokên cuda de sê jin qetil kiriye, nîşaneya polîtîkayê bêcezahiştinê ya dewletê ye û gotin pergal jinan naparêze, kujeran danarizîne û pêşiya mirinan vedike. BI DÎMEN