Li Dêrsîmê qedexeya çalakiyan a 5 rojan anîn

  • 21:12 6 Çile 2023
  • Rojane
DÊRSÎM- Walîtiya Dêrsîmê ji bo civîn, meş û daxuyaniyên çapemeniyê qedexeya 5 rojan anî. 
 
Walîtiya Dêrsîmê li seranserê bajêr ji bom eş, civîn û daxuyaniyên çapemeniyê qedexeya ku 5 rojan bidome anî. Walîtiyê di daxuyaniya nivîskî de da zanîn ku bi armanca pêşî li bûyerên ku aramiya civakê tehdîd dike, bê girtin li gorî xalên 17 û 19’an a Kanûna Meş û Civînan a hejmar 2911’an û hukma xala 11’an a Kanûna îdarî ya Navendî a hejmar 5442 li sînorên Tunceliyê 5 rojan biryara qedexeya meş , civîn û xwepêşendanan hatiye dayîn.