Li Muşê dema binçavkirinê hat dirêjkirin
- 21:05 6 Çile 2023
- Rojane
MUŞ - Di merasîma cenaza hunermend Mîr Perwer yê li Parisê hat qetilkirin de 30 kes hatibûn binçavkirin û dema binavkirina wan ji ber dozger derketiye desturê heta roja duşemê hat dirêjkirin.
Cenaza hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) yê li Parîs a Fransayê di 23’ê Kanûnê de di êrîşa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat de jiyana xwe ji dest da, di 5’ê Çile de hat revandin û di bin dorpêçê de hat definkirin. Ji bo ketina gund destur nehat dayîn û gel bertek nîşan dabû. Di êrîşa cendermeyan de 30 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin ji ber dozger derketiye betlanê û dozgerê nobedar li bajar tune dema binçavkirinê heta roja duşemê hatiye dirêjkirin.