Li Şirnexê derbarê çekên kimyewî de daxuyanî hat dayîn

  • 15:36 6 Çile 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê li Şirnexê têkîldarî bikaranîna çekên kimyewî daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê îdiayên derbarê bikaranîna çekên kimyewî were lêkolîn kirin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) têkildarê bikaranîna çekên kimyewî, li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê daxuyaniyek hat dayîn. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepê ya Kesk, rêveberiya rêxistina HDP'yê ya navend û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Bikaranîna çekên kimyewî sûcê mirovahiyê ye” hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê MEBYA-DER’ê Serhat Kuçuk ve hate xwendin. 
 
‘Divê îdiayên derbarê çekên kimyewî were lêkolînkirin’
 
Serhat, diyar kir ku divê îdiayên derbarê bikaranîna çekem kimyewî ji aliyê hiqûqa navxweyî û navneteweyî de were lêkolîn kirin û got: “Her wiha divê Tirkiye weke welatekî ku erkên navneteweyî li xwe digire, mekanîzmayên xwe yên kontrolkirina hundir jî aktîf bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev îdia ancax bi tevgerên bi vî rengî dikarin bên encamdan. Bikaranîna çekên kîmyewî ku tê îdiakirin li derveyî sînorên Tirkiyeyê pêk tê û sûcê mirovahiyê tê dîtin, mijareke cidî ye û divê bi cidî bê girtin. Nexwe dê Peymana Navnetewî û Qanûna jimare 5564 ne girîng be. Ji ber vê yekê di rewşên wiha de divê saziyên dadwerî û mekanîzmayên kontrolkirina îdarî û siyasî erka xwe pêk bînin. Tenê wê demê dikare rastî derkeve holê.”
 
‘HDP dê bi sekna xwe bersîva êrîşan bide’
 
Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr jî axivî û destnîşan kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi rojeva şer dixwaze desthilatdariya xwe mîsoger bike û got: “Li hemberê HDP’ê û Gelê Kurd êrişek topyekûn hatiye dest pê kirin. Lê belê HDP’ê û gel li dijî van êrişan sekna xwe diyar dike û têkoşîna xwe mezintir dike. Çareserî ne înkar kirin û bêtehamûlî ye. Çareserî mûzakere û rêya diyologê de ye. Li hemberê kurdan de îro ji her aliyê ve di nav berjewendiyên qirêj û planan de nin. Lê belê Gelê Kurd li hemberê vî têkoşîba xwe mezin dikin. Ew çi bikin jî dê nekaribe Gelê Kurdê bixe nav aloziyan. HDP’ê dê di hilbijartinê de bersîva wan hemû êrişan di sandoqê de bide.”