'Êrişa li ser HDP’ê nîşaneya dijminatiya li dijî kurdan e'

  • 13:35 6 Çile 2023
  • Rojane
AMED - Şaxa Amedê ya OHD’ê di daxwuyaniya têkildarê blokekirina hesabên HDP’ê daye de got: "Êrişa li ser HDP’ê nîşaneya dijminatiya li dijî kurdan e"
 
Komeleya Huqnasên ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarê blokekirina hesabên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya xwe ya Komeleyê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla hevseroka OHD’ê ya şaxa Amedê Ozum Vurgun ve hat xwendin.
 
‘Ariya xezîneyê ji bo partiyekê girîng e’
 
Ozûm diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi hincetên maqûl heman tedbîrên ku di îdianameyê de ji bo girtina HDP'ê dihat xwestin red kir û wiha got: "Divê delîlên nû û berbiçav bên nîşandan. Ji bo cara duyemîn heman daxwazî bê kirin. Ev biryara înfazê ji hincetên hiqûqî bêpar e û bi awayekî eşkere li dijî destûra bingehîn e. Alîkariya xezîneyê ji bo partiyên siyasî mafek e û di karê wan de jî girîng e. Ev biryar biryareke ku dê bi awayekî nehiqûqî bandorê li esasê dozê bike, guh nede xalên zelal ên Destûra Bingehîn. Destûra Bingehîn Xala 149; Dadgeha destura bingehîn di du beşan û lijneya giştî de dixebite. Dezgeh di bin serokatiya cîgirê serok de bi beşdariya çar endaman dicivin. Lijneya giştî herî kêm bi deh endaman di bin serokatiya Serokê Dadgehê an cîgirê serokê ku ji hêla Serokomar ve tê diyarkirin de dicive. Dezgeh û Lijneya Giştî bi piraniya mitleq biryarên xwe digirin. Dibe ku komîsyon ji bo vekolîna pejirandinê ya serlêdanên kesane bêne damezrandin. Tê gotin ku doz û serîlêdanên der barê partiyên siyasî de, dozên betalkirin û îtîrazê û dozên ku wekî dadgeha bilind bên kirin ji aliyê lijneya giştî ve tên meşandin û serlêdanên takekesî jî ji aliyê dezgehan ve tên kirin.”
 
‘Li dijî qanûna bingehîn e’
 
Ozûm destnîşan kir ku ji bo biryara betalkirina guhertina qanûna bingehîn, girtina partiyên siyasî an jî bêparkirina wan ji alîkariya dewletê, ji bo sê parên duduyan piraniya endamên beşdarî civînê bibin pêwîst e. Ozûm her wiha bal kişand ser biryara ku li gorî xala 149/3 ya Destûra Bingehîn bi piraniya 2-3yan dikare were girtin ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bi piraniya dengan 8 dengên li hember 7 dengên dijber hat dayîn û ji ber vê yekê biryar li dijî destûra bingehîn e.”
 
‘Emê şopînerê geşedanan bin’
 
Ozum wiha berdewam kir: “Mebesta wê ew e ku bi qutkirina alîkariyên xezîneyê û tevlîbûna hilbijartinên pêşwext  HDP'ê bi awayekî aktîf beşdarî xebatên qanûna bingehîn nebe. Bi vî awayî wekîlên ku nûnerên civakê ne jî ji erka xwe tên dûrxistin. Li gorî makeqanûnê, hilbijêr bi wekîlan tên temsîlkirin. Ji bo ku vê erka nûnertiyê bi cih bîne, ji xezîneyê hinek destekê distîne. Bêyî vê piştgirîyê dê karê partiyeke siyasî asteng bibe. Ev rewş di berjewendiya aliyên siyasî yên din de ye. Ji nû ve ceribandina dozê nîşaneya cudakariya hiqûqî û siyasî ya li dijî Kurdan û komên muxalefetê ye. Girtina partiyên siyasî yên ku heman kevneşopî, feraset û ramana siyasî didomandin, mezin bû û dîsa di qada siyasî de cihê xwe girt û her ku çû mezin bû. Dabînkirina nîzama civakî bi siyaset û lihevkirina civakî pêk tê. Ev peyman bi qaîdeyên qanûnê tê misogerkirin. Eşkere ye ku bi vê biryarê tu misogeriya hiqûqî nîne û nîzama civakî jî nayê misogerkirin. Em bang dikin ku demildest ev biryara ku bi awayekî eşkere li dijî makeqanûnê ye bê betalkirin û em diyar dikin ku em pêvajoyê dişopînin.”