'Zîhniyeta ji Peymana Stenbolê vedikişe nikare bêje ez jinan diparêzim'

  • 09:04 6 Çile 2023
  • Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê biryara DÎDDK a ji bo Peymana Stenbolê nirxandin kir wiha got: “Zîhniyeta ji Peymana Stenbolê vekişiyaye nikare îdia bike ku jinan diparêze. Îdia bike jî bingeh û rastiya vê tune ye.” 
 
Peymana Stenbolê di 20’ê Adara 2021’ê de di nîvê şevê de de ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve hat feshkirin. Piştî vê biryara di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de di rojnameya fermî de hat weşandin. Piştî vê gelek jinan û rêxistinên jinan ji bo betalkirina biryarê serî li Daniştayê dan. 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê hinek serlêdanên ji bo betalkirina biryarê red kir û dozên bi daxwaza betalkirina biryarê bi rûniştinê dît. Dozgerê Şûraya Dewletê her çiqas biryara betalkirina biryarê bide jî 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê biryara serokomkariyê di cih de dît û biryara redê da dozê. Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê  (DÎDDK) jî di rojên borî de bi pir dengî biryara red a 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê erê kir û got biryar li gorî hiqûqê ye.
 
Piştî biryara mijara gotinê Tirkiye bi fermî ji peymanê derket. Biryar jî hîna ji bo aliyên dozan nehatiye teblîgkirin. Yek ji aliyê dozê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû.  Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê biryarê de nirxandin kir.
 
‘Biryar siyasî ye’
 
Meralê diyar kir ku Peymana Stenbolê di encama têkoşîna hemû jinên cîhanê û bi taybet bi têkoşîn û bedelên tevgera jinan a li Tirkiyeyê daye hatiye qezenckirin. Meralê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Bi vî awayî veguherî akîtekê. Me doza Nahîde Opuz şand û ev li cihekî pir cuda cih digire. Di mijara tundiya nav malbatê de DMME’ê biryara binpêkirinê da û Tirkiye mahkum kir. Di encama vê de ev peyman ava bû û yek mêrek dibêje ez vekişiyame. Şûraya Dewletê ya di emrê wî de dibêje ez biryarê erê dikim. Li gorî kê, li gorî çi erê dike, li gorî kîjan rêgeza hiqûqî erê dike, ne diyar e. Em jin tu car ji Peymana Stenbolê venakişin. Biryara Şûraya Dewletê jî ne hiqûqî ye. Ev biryar bi saîkên siyasî hatine dayîn. Ji ber vê ev nayê qebûlkirin. Em jin wê dest ji mafên xwe bernedin.”
 
‘Tecawizkar û kujer kêfxweş in’
 
Meralê her wiha daxuyakirin ku Peymanê jin û zarok li dijî tundiyê diparast û wiha bi lêv kir: “Di esasê de bi vekişîna ji peymanê re vê dibêjin ‘Bila tundiya li ser jin û zarokan bidome, bila mêrên sûc dikin bedela wê nedin, bila tundiya nav malbatê bidome, bila destdirêjî û îstîsmar bidome, jin neyên parastin.’ Ev vîzeyeke ku ji bo tundiya li ser jinê bidome hatiye dayînê ye. Tiştên bên jiyîn ji niha de tên jiyîn. Me provayên wan dîtin. Bi mîsyonan kesên xwedî zîhniyeta serdest a mêr ji girtîgehan dertên û cara duyem jinê dikuje. Bi qanûna înfazê tên berdan, carek din tundiyê dikin. Kujerê Pinar Gultekîn ji vekişîna Peymanê gelek kêfxweş bû. Vekişîna peymanê kujer û tecawizkar kêfxweş kirin.”
 
‘Divê jin vê îradeya dijmin bibînin’
 
Meralê her wiha bal kişand ser êrîşên li ser destkeftiyên jinan û wiha dirêjî dayê: “Erdogan li aliyekî êrîş dike li aliyekî pêşnûmeqanûna guherîna destûra bingehîn a turbanê tînin. Ev gava dawî ne ji dil e. Gava ewil rastiya wan e. Zîhniyeta ku ji Peymana Stenbolê vekişiyaye nikare îdia bike ku jinan diparêze. Îdia bike jî rastî û zemînek wê tune ye. Ev pêşniyarên dawî wek razemeniya hilbijartinê tên kirin. Hewl didin gel ji nû ve manîpule bikin, li ser derewan hilbijartinê qezenc bikin. Di nokteya cil û bergan de jî turbanê ya jinan de heta niha pirsgirêkek bi esas tune ye. Bi jinên ku etekên kin li xwe dikin re pirsgirêka wan heye. Berê li hember jinên bi turban êrîşên cuda hebûn. Lê bi têkoşîna jinan ew ji holê rabû. HDP her tim îfade dike ku divê tu car dest nedin cil û bergên jinan. Vekîşana ji Peymanê îradeyeke dijminahiya li hember jinê ye. Divê jin vê bibînin.”
 
Têkoşîn berdewam e
 
Meralê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wê tu car dest ji têkoşîn û berxwedanê bernedin û divê li her qada jiyanê azadi û mafên jinan bikevin jiyanê û ji bo vê jî wê li her derê li kolan, meclîs û qadan têbikoşin.