ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2022'YAN

  • 09:00 6 Çile 2023
  • Rojev
 
*Dayika du girtiyên nexweş Leyla Taşçi destnîşan kir ku girtî terkî mirinê tên kirin û got:“Nexweşiya keça min a dil heye. Rewşa wê her diçe xirabtir û bi xeter dibe. Dilê wê her diçe mezin û fireh dibe heke neqîla dil çênebe wê ji bo wê gelek dereng be.” DÎMEN HEYE
 
* Çalakiya nobetê ya li dijî tecrîdê li Mexmûrê hatî destpêkirin 27 roj in didome. Mamoste Sozan Bîlen diyar kir ku CPT û dewletên navneteweyî li hemberî tecrîdê bêdeng in û got: "Divê bê zanîn ku dilê Gelê Kurd ji bo Rêbertî lê dide." Mamoste Qiymet Kilinç jî wiha axivî: "Mifteya çareseriyê bi azadiya Rêbertiyê ve girêdayî ye."  BI DÎMEN
 
*Jinên bûn şahidên xebat û têkoşîna Sakîne Cansiz diyar kirin ku wan ji têkoşîna Sakîne feyz girtine û gotin Sakîne sembola serhildana jinê bû. DÎMEN HEYE
 
*Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê biryara DÎDDK a ji bo Peymana Stenbolê nirxandin kir wiha got: “Zîhniyeta ji Peymana Stenbolê vekişiyaye nikare îdia bike ku jinan diparêze. Îdia bike jî bingeh û rastiya vê tune ye.”  DÎMEN HEYE
 
* Jin sala 2023’yan bi çalakiya "Serhildana jinan wê biguhere" pêşwaz dikin û dibêjin "Têkoşîna xwe em ê di sala 2023’yan de jî mezin bikin û em çalakiya xwe ya ewil pêk tînin. Di 8’ê çile de saet di 15’an de em her kesî dipên Kadikoyê.” BI DÎMEN