Ji Kongra Star bo jinên hatine qetilkirin bernama bibîranîn

  • 19:46 5 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Til Temir a Hesekê û şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê bi bîr anîn û soza xwe ya şopandina rêça wan heta pêkanîna aştî û edaletê ji gelê herêmê re nû kir.
 
Bi nêzîkbûna salvegera 10'emîn Komkujiya Yekem a Parîsê ku di 9'ê Çileya 2013'yan li dijî her ?sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz pêk hatibû, Kongra Star li Hesekê û ?Helebê çalakiyên bîranîna her sê şehîdan û şehîd Evîn Goyî ku di 23'yê Kanûnê de tevî du ?têkoşerên Kurd li Parîsê şehîd bûbûn, li dar xist.?
 
Hesekê 
 
Li Hesekê, li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Tê de şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn. Di merasîmê de, endama rêveber a Kongra Star a Hesekê Hêvîdar Herekol axivî û têkoşîna her sê şoreşgeran Sekîne Cansiz û hevrêyên wê bibîr anî.
 
Hêvîdar di şexsê şehîd Sekîne Cansiz û hevalên wê de tevahî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û wiha got: "Divê em hevrê Evîn Goyî ku di 23'ê Kanûnê de li Parîsê bi destê MÎT'a Tirk şehîd bûye, ji bîr nekin. Ew ji pêşengên berxwedana Rojava bû." Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekê li ser têkoşîna her sê şoreşgeran bi dawî bû.
 
Heleb
 
Li Helebê bi dehan mêrên ku perwerde ji hêla Kongra Star ve dîtine beşdarî merasîma bîranîna şehîdan bûn. Merasîm li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate lidarxistin.
 
Rêveber a Kongre Star Sebîhe Efrîn axivî û hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.