Meclisa Edaletê ya Jinan a Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

  • 18:31 5 Çile 2023
  • Rojane
 
KOBANÊ - Meclisa Edaletê ya Jinan a herêma Firatê  civîna xwe ya salane pêk anîn.
 
Meclisa Edaletê ya Jinan a herêm Firatê civîna xwe ya salane li salona lihevanînê ya Kobanê bi beşdariya endamên rêveber ên Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundir, Meclisa Qanûnsaz û Meclisa Edaleta Jinê li dar xist.
 
Di civînê de endama rêveber a Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Foziyê Ebdî axivî û balkişand ser komployên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.
 
Foziyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha veogt: "Hemû hêzên navneteweyî yên di dosyaya Sûriyê de aktîf in ne xema berjewendiyên wê ne,  ne wisabûna wê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinya. Herêm di pêvajoyek girîng dederbas dibe û pêdivî bi hişyarbûnê heye.” 
 
Dûre rapora salane ya Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê hate xwendin. Di raporê de gelek  serlêdanên  ji komîteyên lihevanînê ya jin û Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê re hatine hebûn. 184 serlêdan hatine û ji wan 128 hatin çareserkirin. Li gorî Mala Jinê 498 serlêdan hatine û jê 206 hatin çareserkirin.
 
Meclisa Edaletê ya Jinê li bajarok û navçeyên herêma Firatê 80 semîner dan, tê de mijarên cur bi cur, mîna têkbirina tundiya li dijî jinê hatin nîqaşkirin.
 
Endama rêveber a Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê Sultane Hemê  der barêplanên pêşerojê yên meclisê de wiha axivî: "Me, ji bo zulma li dijî jinê û rizgarkirina wê ji zihniyeta tarî û şikandina kevneşopiyan bernameyek daniye pêş xwe."