Li Şengalê jinên Ereb û Êzidî komxebatek pêkanîn
- 18:13 5 Çile 2023
- Rojane
ŞENGAL - Li Şengalê ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gundê Medîban ji aliyê TAJÊ ve komxebatek pêk hat. Di komxebatê de têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê de 5 biryar hatin girtin û her wiha biryara hevkariya xebata hat girtin.
Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li gundê Medîban ku pêkhateyên Erebe ya li Şengalê di bin dirûşmeya ‘Bi rêxistin û tekoşîna Jinan em ê azadiya fîzikî ya Reber Apo misoger bikin’ komxebat pêk anîn.
Di komxebatê de bi dayîna semîner, sinevizyon û nirxandinan balkişandins er azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pergal netewa demokratîk. Komxebat bi beşdariya 50 jinên Ereb û Êzidî pêk hat.Li ser rastiya Rêberê PKK’ê Abdullah Abdullah Ocalan Sinevizyon hate pêşandin.
Li ser xalên girîng hatin sekinandin
Berdevka Komîta Karên Derve a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî der barê tecrîd, rewşa jinên ereb û Êzdî û her wiha gelek mijarên din de nirxandin kir û got: “Dema Rêber Apo zarok bû, taybetmedniyên wî hebûn, ew bi xwe behs dike ku dema mijarek hebe jêre dibû meraq û li ser disekinî.. Hevala wî ya zarokatiyê Elîf temenê zarokatiyê de tê zewicandin û ev ji wî re dibe mereq. Gelê Kurd bi salan di nava zilmê de bû. Tu kesekî nikarî dengê xwe bike, li ser gelên li azadiya xwe digeriyan komkujî dihatin pêkanîn. Di hemû komkujiyan de herî zêde ya zilm lê dihate kirin jin bû. Ji bo ku ev gelên bi salaye li pey bidestxistina mafê xwe ketine, azad nebin komplo dan despêkirin û tecrîd liser rêbertî girankirin.”
Di semînerê de jinên Ereb û Êzidî jî niraxandinên xwe kirin û gotin “Ji bo em karibin azad jiyan bikin çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo em karibin balê bkişînin liser tecrîdê emê çalakiyan dewam bikin.”
Fatime Mistefa jî di Semînera duyemîn de pergal netewa demokratîk nirxand û diyar kir ku di nava netewa demokratîk de hemû gel dikarin bi hevre jiyan bikin, azadiya xwe misoger bikin.
Ji Şervanên YJŞ’ê Suheyl Şengalî jî di semînera dawî wiha vegot: “Di dîrokê de jin herdem bûye qehreman û şer kiriye daku xwe biparêze. Ev yek nehe xuyaneke jî lê di dîrokê de heye. Ji şûna ku destek bidin jinê û ew jî di parastina herêmên xwede bibe xwedî îrade. Jin bi naskirina ramanên Rêbertî dikarin vê yekê pêk bînin.”
Di dawiya komxebatê de piştî nirxandinên berfireh 5 biryar ji bo kar û xebatên hevbeş ên jinên Ereb û Êzidî hatin derxistin.
Biryar wiha ne;
“1- Jinên Êzidî û Ereb heta azadiya serokatiyê wê têkoşîna xwe bidomînin
2- Jinên Êzidî û Ereb ji bo azadiya Rêber Apo name binvîsîn û pêşangeha wêne û standa pirtûkan vekin.
3- Ji bo azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîdê wê meşek girseyî bê lidarxstin.
4 Ji bo yeketiya jinên Êzidî û Ereb wê karê dîplomasî bên xurtkirin.
5- Ji bo qirkirina di sala 2014’an were naskirin jinên Êzidî û Ereb wê tekoşînê xurt bikin û hevkariyê bikin.”