Jinên siyasetmedar hatin bibîranîn

  • 16:53 5 Çile 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA’yê jinên siyasetmedar ên kurd ku li Silopî û Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî. Dayika Sêve Demîr Sakîne Demîr detnîşan kir ku di vê pêvajoyê de bêdengî nayê qebûlkirin û got divê hemû li dijî van êrîşan dakevin kolanan.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minesebeta salvegera qetilkirina Endama Meclîsa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Aktivîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de,  di 4'ê Çileya 2016'an de hatibûn qetilkirin bîr anîn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar, Parlementerên HDP'ê Nuran Îmîr, Serpîl Kemalbey, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Kesk a Çep, Mebya-DER, rêxistinên HDP'ê yê navend û navçeyê tevlî bibîranînê bûn.
 
Wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sêve Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Evîn Goyî û Nagîhan Akarsel danîn. Di bernameyê de ewilî li rêxistina HDP’ê yê navçeya Silopiyayê de sînevîzyonek derheqê têkoşîna jinên sîyasetmedar ên ku hatin qetilkirin hate pêşandan.
 
Dayika Sêvê: Bila kurd ji xew şiyar bin û rabin ser piyan
 
Piştî sînevîzyonê dayika Sêve Demîr Sakîne Demîr axivî û got: “Ev welatê dê dayik xelas bikin. Dijmin hemû hovitiya xwe nîşan dide. Gelê Kurd bila ji xew şiyar bibe û li ax, çand û dîroka xwe xwedî derbikeve. Ev 40 sal in xwîna gelê kurd xwîn dirije, tu bajarek bêyî cinaze nema ye. Li gel van hemû êrîşan divê tu kurdek jî bêdeng nemîne. Divê li dijî van hemû gel rabin dakevin kolanan. Em dikevin hundiran. Gelo kurd çima bêdeng in, divê îro li gorî demê em tev bigerin.”
 
Dûre Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî axivî û destnîşan kir ku ew ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin û got: “Ev ax bi êş û xwînê hatiye avdan. Lê ji aliyekî ve jî bi têkoşîn û berxwedanê di nav lêgerina azadiyê de ne. 3 jinên sîyasetmedar li pey xwe têkoşînek mezin hiştin. Em ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin.”
 
Nuran Îmîr: Em ji mirinê mezintir in
 
Bibîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê berdewam kir. Jinan qûrnefîl danîn ser gorên 3 jinan. Dûre Parlmenetera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî û got: “7 sal beriya niha rêhevalên me hatin qetilkirin. 37 roj kolanên Silopyayê bê av man. 37 roj bi bombardimanan êrîş kirin. Di van deqexeyan de 67 kes hatin qetilkirin. Di roja 19’an de ev hevalên me hatin birîndarkirin. Şûna ku wan rizgar bikin teriki mirinê kirin. Di oxira azadiyê de ev hevalên me hatin qetilkirin. Li hemberî dxwaza jiyana azad tişta ku ji gelê kurd rewa tê ditin mirin û zordestî ye. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj ku tê de sûcê mirovahiyê heye êrîş dike. Di kesayeta jinên pêşeng de dixwazin tirsê ava bikin û têkoşina me têk bibin. Lê ew nizanin ku têkoşîna me ji tirsa wan mezintir e. Em soz didin em ê ala daxwaza azadiyê bilind bikin. Em ê li hemberî vê hişmendiyê serê xwe netewînin. Em keda wan û têkoşîna wan ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin. Yê ku dixwazin van hevalên me bidin jibîrkirin bila xwe şaş nekin em ê wan ji bîr nekin. Têkoşina wan qibleya me ye. Em ji mirinê zêdetir in û em ê dev ji têkoşina xwe bernedin. “
 
Mêrdîn
 
Gelek kes tevlî bîranîna ku li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hat lidarxistin, bûn. Di bîranînê de destpêkê axaftin hatin kirin. Piştre ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin, sînevîzyon hat temaşekirin. Di bîranînê de peyama xwedî derketina li têkoşîna jinên Kurd ên hatin qetilkirin û geşkirina berxwedanê hat dayîn.