Pakrewanên Parîsê hatin bibîranîn

  • 15:24 5 Çile 2023
  • Rojane
 
WAN - Dayikên Aştiyê yên ji bo pakrewanên Parîsê çalakiya bibîranînê li dar xistin dan zanîn polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li dijî gelê kurd neguhertiye û gotin ew ê têkoşînê mezin bikin. 
 
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’yê kanûna 2022'yan de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo 3 pakrewanên di 23'yê Kanûnê de li Firansayê hatin qetilkirin û ji bo Sakine Cansiz (Sara), Fidan Dogan (Rojbin), Leyla Şaylemez (Ronahî) êm d, 9'ê Çileya 2013'yan de hatin qetilkirin çalakiya bibîranînê li dar xistin. Çalakî li avahiya HDP'ê hat lidarxistin. Wêneyên kesên hatin qetilkirin qurnefîl û find danîn eywanê. Dayikên Aştiyê, TJA û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. 
 
'Li dijî kurdan sûcê şer dikin'
 
Di çalakiya bi rêzgirtinê dest pê kir de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Perîşan Aslan axivî. Perîşanê bi lêv kir polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li dijî gelê kurd neguhertiye û gotin ew ê têkoşînê mezin bikin. Perîşanê got divê şerê li dijî kurdan bi dawî bibe. 
 
Piştî axaftinan bi kilamên Dayikên Aştiyê çalakî bi dawî bû.