'Nobeta Edaletê' ya Malbat Şenyaşar 668 roj in didome

  • 12:46 5 Çile 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyayar 668 roj in berdewam dike û îro PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 668’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî tev li nobetê bibe. Şandeya ku Cîgirên Serokên Giştî yên Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Vahît Aba û Nûrûllah Tîmûr jî di nav de serdana Ferît Şenyaşar ê çalakiya nobeta xwe didomîne kir. 
 
Vahît têkildarî serdanê axivî, anî ziman ku weke PAK ji bo piştgiriyê serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatê kirine û got: "Çalakiya nobetê di kesayeta malbatê de ya hemû kurdan e. Daxwaza edaletê ji bo hemû kurdan e. Ev dewlet 100 sal in zilm û zextê dike, tiştên kirine jî her tim bêceza mayîne. Malbata Şenyaşar jî dibêje ‘Ev wiha naçe, em edaletê dixwazin. We em kuştin, edaletê bi cih bînin.’ Divê ji bo kurdan wekhevî û azadî her tim hebe.”
 
Nûrûllah Tîmûr jî wiha got: “Kurt li cem lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar in. Em jî weke PAK hatin ku li cem lêgerîna edaletê ya malbatê bin û piştgiriya wan bikin. Em ê her tim li cem malbatê bin.”
 
Serdan, piştî demekê bi malbatê re nobet hate girtin, bi dawî bû.