Leyla Guven: Wê di 2023'yan de hêvî tirsê têk bibe

  • 10:08 5 Çile 2023
  • Rojane
Şehriban Aslan
 
XARPÊT - Nameya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a derbarê sersala nû de ji girtiyan re nivîsandibû ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta "bi fikar e" nehat şandin. Leylayê di nameya xwe de got: "Wê di 2023'yan de hêvî tirsê têk bibe."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi munasebeta sala nû ji bo girtiyan name nivîsand. Lê belê îdareya girtîgehê hinek gotin wekî "wê bibe sedema liv û tevgera girseyê" şîrove kir û şandina nameyê asteng kir. Leylayê nameya xwe ya hat astengkirin bi ajansa me re parve kir.
 
Nameya Leyla Guven a têkildarî sala nû de wiha ye:
 
“ Helbestkarê pispor dibêje; 'Artêşa birçîbûnê dimeşe, ji bo yên bê nan in bi nan têr bike...Ji bo yên ji azadiyê bê par in bi azadiyê têr bike...Artêşa birçîbûnê dimeşe lingê wê di nava xwînê de'. Tevî ewqas dem ji ser derbas bûye jî li dijî bêhiqûqiyê mirov meşa xwe didomînin.
 
Hevalên hêja; Me sala 2022'yan bi tiştên ku ji me girtin û bi tiştên li me zêde kirin li dû xwe hişt. Di sersala 2022'yan de tecrîda mutlak bê navber dewam kir, Nagîhan, Jîna Emînî û bi sedan jin bi tundiya mêr hatin qetilkirin, Alî Riza bi gotina lawê min kîsek hembêz kir, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Emîne Şenyaşar li qadan li edaletê geriyan. Sala 2022'yan ji bo wiha derbas bû. Di sala 2022'yan de bi pêşengiya jinan li kuçeyên hemû cîhanê dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. 
 
Rastiya şoreşa jinê
 
Erê em derbasî saleke nû dibin. Çarîka ewil a sedsala 21'emîn dike xelas bibe; hemû cîhan ji bo pêşketinên teknolojîk û cîhanî û ji bo jiyaneke azad ji bo lêgerîna sîstemeke nû bi awayekî lez pêş dikeve. Ji aliyekî ferasetên destpot, yekperest, nîjadperest, faşîst ji aliyekî jî paradîgmaya ekolojîst, demokratîk azadîxwaz a jinê. Qedera gelan êdî ne di dîwanên hukumdaran de di rihê girseyê de tê amadekirin. Hiqûqa mutlak a girseyê êdî derbasî cihê hiqûqa mutlak a hukumdaran bûye. Çem ber bi jêderkên xwe ve bi awayekî berovajî naherike. Ev gotin asta em hatiyê îfade dike. Çimkî tu îktidar ne xwediyê wê hêzê ye ku li dijî hêrsa gel bisekine. Cîhanê heta niha şahidiya gelek şoreşan kiriye. Rastî ev e ku şoreşên ewil bi pêşengiya jinê di dema civaka xwezayî de çêbûne. Şoreş bûyera guhertina îdeolojîk e. Tiştên nû şaştiyê hildiweşîne û rastiyê zêde dike. Di hundurê şoreşê de jiyan, azadî, çalakî û wêrektî hene. Loma gelê kurd bi dirûşma "ger bêedaletî bûbe hiqûq  wê demê serhildan peywir e" gelek şoreş pêk anîne. Şoreşa jinê ya herî dîtbar a di nava van şoreşana de ye. 
 
Hevalên hêja, perperokên ku bi baskên xwe yên narîn xwedî li hêzek wisa ye ku li cihekî gerdûniyê dikare bagerê rake, ne wisa ye? Gelê me yê ku zilm, zext, êş û kul jiyaye êdî dixwaze li ser erdnegariya xwe azad û di nava aramiyê de bijî. Jê pê ve jî gotin vala ye. 
 
Hevalên xoşewist! Ken tê wateya perpitîna hêviyê û em wisa sala nû pêşwazî dikin. Wekî roja me ya ku li tevahiya gerdûniyê re dikene... Bi înad li dijî zîhniyeta tarî em bi qêrîna azadî, ronahî, aştiyê dikevin sala 2023'yan. Em dibêjin di sala 2023'yan de hêvî dê tirsê têk bibe. Gelê me dê bibin alîgirê azadiyê, karker li fabrîqeyan, kedkar li zeviyan, xwendekar li zanîngehan, girtî li zindanan û gel jî li qadan dê bêjîn 'Êdî bes e'. Ez bi dil û can bawer dikim ku di sala 2023'yan de bi pêşengiya jinan dê jiyaneke nû û civakeke demokratîk bê afirandin. Li Rojhilat û Îranê agiriyê azadiyê ya ku bi Jîna Emînê pêdikeva li tevahiya cîhanê ronî dike. 
 
Arîsto dibêje ‘Dilşadî afirandina teoriyê ye'. Em jî ji bo gelê xwe di her şert û mercan de teoriyê ku diafirînin dixin meriyetê. Bila dilê gelê me rihet be, jinên ku evîndarê heqîqetê ne dê hemû xirabiyê ji ruyê erdê rake. Dê li şûna xirabiyê, aramî, aştiyeke bi rûmet û hemû xweşîkiya gerdûniyê wekî toxim dê birêşîne ser axê û hewl bide ku jî şîn bibe. Em dizanin ku bi rengê keskesorê civakeke polîtîk û ehleqî pêkan e. Hêz û wêrekiya me heye ku em gotinên xwe pratîze bikin. 
 
Li ser vê esasî em wek girtiyên siyasî dibêjin bila sala nû û hemû salên din ji bo gelê me bibe salên xweş û em soz didin ku çi ji destê me bê em ê bikin. Bi hezikirin, hêvî û berxwedanê bimînin. Sersala we pîroz be." 
 
Nameya Leyla Guven ji hêla rêveberiya girtîgehê bi hinceta "Ji bo seferberkirina girseyê û ji bo çalakiyên rêxistinî peyamek dihewîne" hat astengkirin. Rêveberiya girtîgehê hîn peyv û hevokên heyî jî xêz kir.