Xwendekaran ji bo Gulîstan Doku çalakî pêk anîn

  • 21:57 4 Çile 2023
  • Rojane
DÊRSÎM- Xwendekarên endamên Meclîsa Xwendekarên Demokratîk, bi çalakiya pêk anîn, aqûbeta Gulîstan Doku ya sê sale windaye û agahî nê nayê girtin carek din pirsîn. 
 
Xwendekaên Meclîsa Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Munzurê, aqûbeta Gulîstan Doku ya sê sale windaye û agahî nê nayê girtin, pirsîn. Xwendekaran li avahiyeke li zanîngehê bû pankarta ‘Me Gulîstan Doku jibîr nekiriye, em nadin jibîrkirin’ daliqandin. Bi pergala deng a li xwaringeha zanîngehê jî, lorînên dayîka Gulîstanê hatin bihistin.
 
Xwendekaran bi dirûşmeyên ‘Gulîstan Doku li ku derêye’ û ‘Jin, jiyan,azadî’ windabûna Gulîstanê protesto kirin.