Siyasetmedarên jin yên Kurd hatin bibîranîn

  • 20:45 4 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li paytexta Parîs a Fransayê  ji cihê komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an lê qewimî heta cihê komkujiya 9’ê Çileya 2013’an, xelek hat avakirin. Gelek nûnerên Fransî jî tevlî bîranînê bûn.
 
Ji Navenda Çanda Ahmet Kaya ya ku di 23’ê Kanûnê di êrîşa çekdarî de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil lê hatin qetilkirin, heta Navenda Enformasyon a Kurdistanê ku 9’ê Çileya 2013’an Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) lê hatin qetilkirin, xeleka mirovan hat avakirin.
 
Di bîranînê de hat diyar kirin ku 10 sal berê jî dewleta Tirk sê jinên Kurd ên şoreşger qetil kir û balkişandin ser her du komkujiyên ku dişibin hev. Pankarta ku daxwaza ronîkirina komkujiya 9’ê Çileyê 2013’an pêk hatiye,dike hat vekirin. 
 
‘Em xemgînî û hêrsa we parve dikin’
 
Şaredara Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordebard jî tevlî bîranînê bû. Cordebard li ber Navenda Çanda Kurd beriya meşê axivî û wiha got: “Ez car din dixwazim bêjim; em xemgîniya we parve dikin. Em hêrsa we jî parve dikin. Li vir bi jinên Kurd re, em têkoşîna jinên Kurd a cîhanê dizanin. Li giştî cîhanê ji bo parastina demokrasiyê, em dizanin ku Kurd çiqas tifaqa me ne. Em dizanin ku em deyndarê Kurdan e. Li vir, li Fransa, li Parîs û li Ewropayê em dizanin para wan di aramiya me de heye.”
 
‘Em dixawzin xeyala Hevala Evîn pêk bînin’
 
Berdevka Têkîliyên Derve ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Melîke Yaşar jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha bi lêv kir: “Wek hûn dizanin me sê hevalên xwe yên bi nirx, winda kirin. Îro meşa em pêk tînin, Heval Evîn dixwest pêk bîne. Ji bo 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ji bo tolhildana Sara, Rojbîn û Ronahiyê dixwest meşekê pêk bîne. Li ser vê çalakiyê gelek disekinî. Ne tenê bi jinên Kurd re; di heman demê dixwest bi rêxistinên Fransî yên femînîst ên cuda, Înîsiyatîf û derdor re çalakiyek bi vî awayî pêk bîne. Lewma em dixwazin xeyala Heval Evîn pêk bînin.”
 
Seroka Komeleya Dostayetiya France-Kurdistan Sylvîe Jan li kolana La Fayette ku berî 10 salan sê jinên Kurd ên şoreşger lê hatin qetilkirin, axivî û wiha got: “Ez dixwazim ronahiyek a hêviyê lê zêde bikim. Di van demên ku tê fêkirin em di tarîtiyê de ne, dixwazim îşaret pê bikim ku piştî 10 salan çi tişt hatine guhertin. Ne raste ku em li xala mirinê ne. Em ê nevegerin xala sifirê.”
 
Ji nûnerên TJK-E’yê Sara Marcha jî wiha got: “Ruhê Evîn Goyî îro bi me re ye. Em car din van aktîvîstan bi bîr tînin.Sakîne Cansiz soza têkoşînê ya li dijî hemû zextan, daye.”