Xelata Sîmone de Beauvoîrê pêşkêşî jinên Îranê hat kirin

  • 12:38 4 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîjneya Dadwerên Xelata Sîmone de Beauvoîrê ragihand ku xelata îsal ji bo bîranîna Jîna Emînî ji bo jinên Îranê hat dayîn û bi pêşkêşkirina vê xelatê piştgiriya xwe ya ji bo serhildana "Jin jiyan azadî" anîn ziman.
 
Lîjneya Dadwerên Xelata Simone de Beauvoîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku xelata "Azadiya Jinan" ya sala 2023’yan ji aliyê lîjneyê ve ji bo bîranîna Jîna Emînî diyarî jinên Îranê hatiye kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku bi vê xelatê piştgiriya xwe ya ji bo serhildana "Jin jiyan azadî’ ku nêzî 4 meh in li rojhilatê Kurdistan û Îranê didome, pêşkêş kirine.
 
Biryare merasîma dayîna xelatan di 9’ê çileyê de li paytexta Fransa Parîsê were li darxistin, lê ne hatiye diyarkirin ku wê li ser navê jinên Îranê, kî xelat bigire.
 
Xelata Sîmone de Beauvoîr cara yekem di 9’ê çileya sala 2008’an de ku heman demê 100 saliya femînîsta fîlozof a Fransî Sîmone de Beauvorî de hatiye avakirin. Ev xelat her sal ji bo kesek ku bi fikir û wêrektiya xwe tê nasîn û ji aliyê her kesê ve tê pesnandin û rêzgirtin re tê dayîn.
 
Lîjneya Xelata Sîmone de Beauvoîr, ji 20 jin û mêrên nivîskar, civaknas, fîlozof, rojnamevan û çalakiyên siyasî pêk tê.
 
Sîmone de Beauvoîr, jinek nivîskar û fîlozofek ji xelkê Fransayê ye, gelek roman û pirtûkên felsefî nivîsiye. Pirtûka wê ya herî nav û deng ‘Rêgeza Duwem’ e ku di sala 1949’an de nivîsiye. Di vê pirtûkê Sîmon de Beauvoîr qala rewşa jinan ya di wê serdemê de li Ewrupayê heyî dike. Her wiha gelek rêyên ji bo başkirina rewşa jinan bibe çare, aniye ziman.