Li Iraqê destirêjiya li hemberî jinê gihaştiye ji sedî 77

  • 11:02 4 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor amarên ne fermî yên Lûtkeya Ragihandina Jinên Iraqê, ji sedî 77’ê jinên Iraqê rastî tacîzê tên. Ji sedî 90’ê jinan jî daxwaz kirine yasayek li dijî tacîz û destdirêjiyan were danîn.  
 
Di rojên borî de li ser medya dijîtal dîmenek derket ku bi dehan mêr li taxa Hiwane ya Silêmaniyê li pey jinek ciwan dikevin û lêdixin. Vê yekê bertekek mezin bi xwe re anî. Piştî bûyerê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê di daxuyaniyek de ragihand wan 19 kesên ku êrişê ser wê jina ciwan kirine, binçavkirine û hemûyan jî îtiraf kirine ku tevlî wê bûyerê bûne. Her wiha eşkere kir jina ciwan li dadgehê gilî li ser kesên êrişkar tomarkiriye.
 
Li gor amarên ne fermî yên Lûtkeya Ragihandina Jinên Iraqê, derdikeve ku ji sedî 77’ê jinên Iraqê rastî tacîzê tên. Her wiha ji sedî 90’ê jinan jî daxwaz kirine yasayek ji bo rêgirîkirina li tacîz û destdirêjiyan were danîn û bi awayek yasayî ev diyarde li nava civakê de were bi dawîkirin.
 
Li gor heman amaran, ji sedî 78’ê jinên tevlî rapirsiyê (anket) bûne, gotine ku ew li cihên kar tên tacîzkirin, lê ji ber rewşa xirab a darayî û debarê wan nekariye dest ji kar berdin.
 
Li gor heman amaran, ji sedî 57’ê wan jinan rastî tacîza bi gotinî hatine, ji sedî 20 destdirêjiya zayendî lê hatine kirin, ji sedî 5 rastî tacîza nava malbatê û ji sedî 7’ê jinan jî bi rêya medya dijîtal rastî tacîz û şantajê hatine.
 
Yasanas Elî Binyan derbarê mijarê de got: “Li gor amarên ne fermî ji sedî 65’ê tacîzan li bazaran, di nava wesayîtên veguhestina giştî û saziyên hikûmî de tên kirin. Ev cih jî cihên wisanin ku divê yasa, irf û adetên ciwan ên civakî li wan deran di asta herî bilind de bin. Lê ev yek derdixe holê ku yasayên Iraqê hinek rêxweşkirin ji bo berdewamkirin û netirsana ji tacîzkirinê.”
 
Di dewamê de Elî Binyan da zanîn ku di yasayên Iraqê de ti yasayek taybet bi tacîzkirinê nine û got: “Lê madeyên yasayê hene ku cezayê ji bo desdirêjiya zayendî ya li cihên kar diyar bike. Bi rêya yasaya ceza ya Iraqê a hejmar 111 ya sala 1969’an, her wiha piştî piştrastbûna hinek belge û gelek şahidan, cezayê wî ji salek girtîgehê derbas nake. Ev jî yeke ji cezayên herî kêm li cîhanê. Bi heman rengî madeyên 400-404 ên yasaya ceza ya Iraqê, tacîz û destdirêjiyê wek kiryarek derexlaqê civakê bi nav dike.”
 
Yasanas Elî Binyan da zanîn ku di mehên borî de wan daxwaza bicihanîna yasayek taybet li ser tacîz û destdirêjiya zayendî ji aliyên peywendîdar kirine.