Li Rojhilat serhildana gelan didome

  • 10:44 4 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo dawî li nerazîbûn û xwepêşandanan bîne hemû hêza xwe xistiye tevgerê, lê hîn serkeftî nebûye û gelên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi şêwazên cûda nerazîbûnên xwe li dijî desthilatê nîşan didin.
 
Duh ku di heman demê de salvegera kuştina Fermandarê Hêzên Qudis ê Supay Paradaran Qasim Silêmanî bû, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakvanan bi riya şewitandina poster an jî xerabkirina peykerê Silêmanî nerazîbûnên xwe anîn ziman.
 
Li bajarê Sine ciwanan bi riya molotofan avahiya propagandaya Îslamî şewitandin.
 
Herwiha duh li bajarê Saqizê hejmarek ciwan serdana malbata xwedevan Mîlad Ebadî yê hatî binçavkirin kirin, piştgirî dan malbatê û daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî kirin.
 
Her wiha tê gotin ku li Girtîgeha Keço ya Kereçê Hunermend Îlham Muderisî ya xelkê bajarê Sine ku ji ber xwepêşandanan nêzî 2 mehane di bin çavan de ye, dest bi gireva birçîbûnê kiriye.
 
Li bajarê Qaimê Nivîskara Kurd Mujgar Kawusî piştî 104 rojên di bin çavan de, bi dayîna 3 milyar tumen kefalet bi awayek demkî hate berdan. Ev hunermend bi “Xerabkariya li ser erdê’ tê sûcdarkirin. Lê piştî ku ev sûcdarî hate betalkirin, bi awayek demkî hate berdan.
 
Piştî ku di dema merasîma çileya 7 kesên li Ciwanro di xwepêşandanan de hatîn qetilkirin, alozî derket, Îranê hêzek zêde li qadên Ciwanro bi cih kir.
 
Li gorî gotina şahid û çalakvanên Ciwanro hêzên leşkerî şevan bi wesayîtan, di nava bajar de digerîn û li ser malên welatiyan de digirin. Heta niha bi dehan ciwan binçavkirine.
 
Li Îranê jî niha çalakî bi awayên cûda berdewam dikin. Şeva borî polîsên Tehranê ragihand ku feramandarê navenda Basîcî ya ser bi Supay Pasdaran Qasim Fethulayî li ber derê mala xwe ya li Tehranê hatiye kuştin.
 
Her wiha duh li gorî dîmenekî hatî parvekirin, eşkere bû ku li ser şopên îşkenceyê li ser Mehdî Eşkizerî yê hatî berdan heye. Mehdî Eşkizerî nêzî 20 rojan li nexweşxaneyê maye û roja yekşemê jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî daneyên Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê, heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 516 kes hatine qetilkrin û 19 hezar û 204 xwepêşander hatine binçavkirin.