Leyla Saraç a di çalakiya greva birçîbûnê de ye bang kir

  • 09:51 4 Çile 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Nivîskara girtî Leyla Saraç derbarê binpêkirina mafan û zextên li girtîgehan axivî. Leylayê bang li gel û raya giştî kir ku li girtiyan xwedî derkevin û got:"Werin bi çavên xwe bibînin bê em çi dijîn."
 
Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê tecrîd, hejmartina li ser piyan, sînorkirina pirtûkan, dernexistina qada hevpar a hewadankê her ku diçe zêde dibin. Li dijî binpêkirina mafên li girtîgehê girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojî ya bidem û dorveger kirin. Nivîskar Leyla Saraç a li Girtîgeha Jinê ya Şakranê girtiye û dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye bi rêya telefona bi malbata xwe re, bal kişand ser zextên li girtîgehê û behsa sedema çalakiya greva birçîbûnê kir. 
 
Bang li gel û raya giştî hat kirin
 
Leylaya banga xwedîderketinê kir wiha got:"Girtiyan bi hev re dernaxin qurs, werzîşê. Ji bo nexweşxaneyê sewqên girtiyan nayên derxistin. Malbat jî bi girtiyan re tên mexdûrkirin. Her hefte di bin navê lêgerînê de bi ser qawişan de tên girtin. Gotinên nîjadperest ji girtiyan re tê kirin, alavên wan tên belavkirin û pê li alavên wan dikin. Gardiyanên bi ser qawişan de digirin bi ser girtiyan diqêrin. Loma me li dijî vana dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Em bang dikin ku gel, malbat û raya giştî li dijî van binpêkirinên mafan xwedî li me derkevin. "