Menîce Gulmez: Dema mijar dibin kurd helwest naguhere

  • 09:05 4 Çile 2023
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA Menîce Gulmez di bin çavan de îşkenca lêgera tazî lê hat kirin, bi zor serê wê hat vekirin. Menîceyê da zanîn ku dema mijar dibe kurd û bajarên kurdan mixabin helwest diguhere.
 
19’ê tebaxê de bi talîmata wezareta karê hundir hevşaredarên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatin girtin û qeyûm hatibûn tayînkirin. Li dijî qeyûma çalakiyên protestoyî li gelek bajaran pêk hatibû. Di protestoyên Wanê de polîsan êriş bir ser gelek kesan. Ketina avahiyên şaredariyan hatin astengkirin. Welatiyên xwestin li Kolana Cumhuriyetê daxuyaniyê bidin bi mudaxaleya polîsan re hatin rû hev, tundî hat kirin. Jinên serê wan girtîbûn di binçavan de îşkenceya lêgerîna tazî li wan hatkirin û laçikan wan ji serê wan hatin derxistin.
 
Li ser bertekan gelek kes hatin berdan û der barê 27 kesî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve îdianame hat amadekirin. 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê îdianame qebûl kir û di runiştina biryarê de der barê 19 kesî de 5 meh ceza hat birîn der barê 8 kesan de jî biryara beratê hat dayîn.
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê ceza kêm dît û vê carê jî ‘li ser navê rêxistinê sûc kirin’ îtîrazê cezayê hatiye dayîn kir.
 
Tevî biryar tunebû negirtin şaredariyan
 
Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA) Menîce Gulmez ku yek ji kesên ji dozê dihat darizandin, protestoyên piştî tayînkirina qeyûman û helwesta dozgeriyê nirxand.
 
Menîceyê da zanîn ku tayînkirina qeyûman dijhiqûqiye û tiştên beriya protestoyan hatibû jiyîn nirxand: “Me sibehê zû xwest bikevin avahiya şaredariyê. Lê polîsan nehişt. Tevî ku biryareke der barê endamên meclîsê tunebû jî nehiştin em bikevin şaredariyê.”
 
Binçavan de lêgerîna tazî
 
Menîceyê da zanîn ku rojek piştî vê bi parlamenterên HDP’ê re xwestine li Kolana Cumhuriyetê daxuyaniyekê bidin û wiha dirêjî dayê: “Polîsan her der girtibûn. Hemû ketin û derketinên kolanê girtibûn. Me xwest em daxuyaniya xwe bidin. Lê polîsan bi ava şid û gazê êriş kirin. Em binçav kirin. Bi rojan em binçavan de man. Em gelek jin sergirtî bûn. Lêgerîna tazî li me hat ferzkirin. Laçikên me ji serê me rakirin. Me bertek nîşan dan. Piştî 5 rojan şûnde laçikên me dan. Piştre em hatin berdan.”
 
‘Protesto ne sûce’
 
Menîceyê balkişand ser doza li wan hatiye vekirin û wiha dirêjî dayê: “Tevî tu endamtiya min bi HDP’ê re tunebû, ji ber min biryara qeyûman protesto kir ez hatim binçavkirin. Di binçavan de gotin çima tu di AKP,  Huda Par an jî partiyek din de siyasetê nakî. Min jî got ez li dijî tayînkirina qeyûma me. Tayînkirina qeyûman û îşkenca li me hat kirin dijhiqûqî bû. Serdozgeriyê cezayê li me hatiye birîn kêm dît û  xwest em ji xala endamtiya rêxistinê bên darizandin.”
 
Dema mijar dibe Kurd helwest diguhere
 
Menîceyê diyar kir ku biryara der barê wan de hatiye dayîn dijhiqûqiye û wiha dawî lê anî: “Dema mijar dibin kurd û bajarên kurdan helwest diguhere.  Ev du deme dijhiqûqiyek mezin li hember kurdan heye.”