Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê dest pê kir

  • 14:34 3 Çile 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê li dijî tecrîd, hejmartina li ser piyan, zêdebûna binpêkirina mafan greva birçîbûnê ya dorveger a 10 rojî dest pê kir. 
 
Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê li dijî tecrîd, hejmartina li ser piyan, zêdebûna binpêkirina mafan greva birçîbûnê ya dorveger a 10 rojî dest pê kir. Her wiha her pirtûk ji bo girtiyan nayên dayin, girtiyan dernaxin cihê hewagirtinê.
 
Di destpêkê de nivîskar Leyla Saraç dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.