KON-MED'ê bang li Kurdan kir: Berê xwe bidin Parîsê

  • 12:28 2 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED'ê daxuyaniyek weşand û bang li Kurdên li Ewropayê kir ku sibehê berê xwe bidin Parîsê û beşdarî merasîma cenaze bibin.
 
Konfederasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23'ê Kanûna 2022'an li Parîsê hatin qetilkirin, wê sibehê merasîma cenaze bê lidarxistin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd wê hesabê van komkujiyan teqez bipirse û hate gotin, "Dadgeriya Fransayê jî divê dest ji vê helwesta xwe berde ku wijdanê civakê bi taybetî jî wijdanê civaka Fransayê diêşîne."
 
Em ê bi hemû rê û rêbazên demokratîk û hiqûqî hesabê şehîdan bipirsin. Em bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê dikin ku wezîfeya xwe ya ji bo şehîdan bi cih bînin û berê xwe bidin Parîsê. Di 3'ê Çileya 2023'yan de em ê hersê şehîdên xwe bişînin Kurdistanê. Ji bo bibîranîna wan, em bi rengekî xurt şehîdên xwe bişînin."