Malbatên Windayan cara 724'an li eqûbeta xizmên xwe pirsîn

  • 15:23 24 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED / ÊLIH - Malbatên Windakiriyan ên li Amed û Êlihê xwestin ku êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin û wiha gotin: “Kurd hêj jî tên kuştin, qetilkirin, îşkencekirin û bi binpêkirinên mafan ên cur bi cur re rû bi rû dimînin.”
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amed û malbatên windakiriyan 724’emîn çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezana Amedê pêk anî. Malbatên ku wêneyên windakiriyan hilgirtin, aqûbeta xwişk û birayên hev Ramazan û Hamîde Şarli yên piştî di 24’ê kanûna 1993’yan de li gundê Karcikan Vank ê girêdayî navçeya Tetwana Bedlisê hatin binçavkirin û hatin windakirin pirsîn. 
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku ji aliyekî ji bo kesên hatine windakirin bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin têdikoşin, li aliyê din jî dibin şahidên binpêkirinên mafan ên nû û wiha got: “Duh mixabin di êrişa li dijî saziyeke kurd a sivîl a li Parîsê de 3 kurdan jiyana xwe ji dest dan. Mixabin kurd dîsa li welat li derveyî welat tên kuştin, qetilkirin, îşkencekirin û binpêkirinên mafan ên cur bi cur re rû bi rû dimînin. Divê bûyer bi awayekî bi bandor bê lêkolînkirin, faîl, kes û saziyên têkildarî bûyerê derkevin holê. Em dizanin ku kuştina sê kurdan ji pirsgirêka kurd a di neçareseriyê de tê israrkirin ne cuda ye.”
 
‘Êrîşa li dijî têkoşînê’ 
 
Yakûp, qala êrişa duh li dijî DBP’ê hate kirin û danişîna Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk a duh hate lidarxisitn jî kir. 
 
Çîroka Ramazan û Hamîde hat gotin
 
Piştî axaftina Guven, Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka xwişk û birayên hev Ramazan û Hamîde Şarli yên piştî di 24’ê kanûna 1993’yan de li gundê Karcikan Vank ê girêdayî navçeya Tetwana Bedlisê hatin binçavkirin û pişt re agahî jê nehatin girtin xwend û aqûbeta wan pirsî. 
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin. 
 
Li Êlihê çalakî 
 
Li Êlihê jî Malbatên Windakiriyan û rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê cara 560’emîn hatin gelhev. Di daxuyaniya li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hate kirin de pankarta “Bila Windakirî Bên Dîtin, Faîl Bên Darizandin” hate vekirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin, yek ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê Mehmet Akîf Akin çîroka Mahmut Kaya yê ku di 23’yê kanûna 1980’an de li Qersê piştî hat binçavkirin hat windakirin vegot. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.