DBP’a Qilebanê 1emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist

  • 14:19 24 Kanûn 2022
  • Rojane
ŞIRNEX – DBP’a Qilebanê 1’yemîn Kongreya Xwe ya Asayî bi dirûşma “Bi Civaka Rêxsitinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve”  li darxsitin.
 
Partîya Heremên Demokratîk (DBP) a Qilebana Şirnexê 1’emîn Kongreya Xwe ya Asayî bi dirûşmA “Bi Civaka Rêxsitinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve” li dar xist. Kongre li avahiya rêxistina DBP’ê ya Qilebanê pêk hat. Rêxistinên DBP’ê yên navend û navçeyên bajêr û rêxsitina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Tevgera Jinên Azad(TJA) , Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER û gelek kes tevli kongreyê bûn.
 
Di destpêkê de Hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Ayşe Sagolcak axivî û destnîşan kir ku ew ê bi rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe vê faşîzmê têk bibin û got: “Em di pêvajoyek gelek dijwar re derbas dibin. Lê belê li dijî êrîş û faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna xwe jî her diçe xurttir dikin. Hevalên me bi biryariyek mezin li ber xwe didin û rê nadin sîyaseta tunekirinê. Em ê bi hev re rêxsitinbûyîn û hêviya xwe mezintir bikin.”
 
Piştre Endamê Meclîsa DBP’ê Kadîr Kunur jî axivî û rêveberiya nû pîroz kir û got: “Gelê Kurd dê mafê xwe bi dest bixe.  Çi dibe bila bibe dê serkeftinê bîne.”
 
Di dawiya kongreyê de Suzan Urek û Abdulah Yaman careke din bûn hevserok û  Feyruz Îlbî, Muzeyyen Rustemoglu, Ayşe Yaman, Ahmet Binay, Nezahat Şengul, Abdulkerîm Alturk, Yunus urek, Sakîn Olmez jî di rêveberiya nû de cih girtin.