Li Şehbayê êrişa li Parîsê hat şermezarkirin

  • 13:57 24 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê êrişa çekdarî ya li Parîsê pêk hatî de Dayikên Aştiyê yên herêma Şehbayê daxuyaniyek da û bang li sazî û dezgehên navneteweyî kirin. 
 
Duh li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn. Derbarê qetlîamê de Dayikên Aştiyê yên li navçeya Ehdas a herêma Şehbayê kom bûn daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Hêvî Silêman ve û bi zimanê erebî ji aliyê Emel Qehreman ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de komkujî hat şermezarkirin û bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin ku piştgiriyê bidin doza kurdî û dawî li kiryarên terorîstî ên dijî Gelê Kurd bînin.
 
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrişa duh li Parîsê beriya salvegera 10`emîn a şehadeta sê jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, di 9' ê Çileya 2013'yan de li Parîsê, pêk haiye.
 
Dayîkan bang li her kesê xwedî wijdan, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parasatina mafên mirovan kir ku 'bi lezgînî mudaxele bikin û dawî li sûcên dijmirovahiyê yên dewleta Tirk û xiyanetê werînin.