Ji Kongra Star banga li dijî komkujiyê yekrêzî û têkoşîn

  • 13:48 24 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê êrişa li Parîsê de Kongra Star daxuyaniyek da û got: "Ji her demekê zêdetir pêwîstî bi yekrêziya kurdan heye, lewma divê hemû partiyên kurd bi pêşengiya jinan yekrêziyê ava bikin."
 
Meclîsa Giştî ya Kongra Star bi armanca şermezarkirina duyemîn komkujiya Parisê li pêşiya Navenda Çandê Ya Mehemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya ku bi dehan jin tevlî bûn, ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam Elî Hisên ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Ev komkojiya yekem nîn e ku li Parîsê pêk tê û komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan a li Parîsê bi destê îstîxbarata Tirk pêk hatibû û 3 pêşengên têkoşîna azadiya jin şehîd bibûn. Ne tesaduf e ku êriş nêzî 10’emîn salvegera komkujiya 9’ê Çileyê pêk hatiye. Êrişkarê komkujiya 9’ê Çileyê kuştin ku rastî dernakeve holê. Eger em van bûyeran û gelek bûyerên din bînin ber hev, em ê bibînin ku Gelê Kurd  bi komployek navneteweyî di qirkirinek etnîk û siyasî re derbas dibe.
 
Berpirsiyariya vê bûyerê MÎT’a dewleta Tirk e û eger dewleta Fransayê ji bo eşkerekirina sûcdaran erka xwe ya mirovî pêk neyine, ew ê wê berpirsiyar bibînin.  
 
Radestkirina kurdan ji bo Tirkiyeyê û şehîdxistina pêşenga jin rojnamevan û akdemîsyen Nagihan Akarsel, wekî parçeyekî van komployan e. Em bang li tevahiya kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku dengê xwe bilind bikin. 
 
Ji her demekê zêdetir pêwîstî bi yekrêziya kurdan heye, lewma divê hemû partiyên kurd bi pêşengiya jinan yekrêziyê ava bikin."
 
Piştî xwendina daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bidawî bû.