TAJÊ êrişa Parîsê şermezar kir

  • 11:54 24 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, di derbarê komkujiya li Parîsê de daxuyaniyek da û got: “Di kesayeta jinên kurd de, jinên ku têkoşîna azadiyê didin meşandin hedef tên girtin. Em ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin ji wan bixwazin."
 
Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye, êrişek çekdarî pêk hat. Her wiha êrişkar, gule li restorantek kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku yên hatine qetilkirin yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil in. 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di derbarê komkujiyê de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
 
Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:
 
“Di komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya sala 2013’yan de 3 lêgerînvanên azadiyê Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin.
 
Rexmê ku komkujî bi fermana hikûmeta AKP-MHP’ê hate kirin jî, dewleta Fransayê çawa ku yên komkujî kirî eşkere nekir, her wiha bi sergirtina vê komkujiyê xwest hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re veşêre. Îro jî di nêzîkbûna salvegera 10'emîn a komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileyê de, ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê wê dewleta Fransayê ve li hemberî Gelê Kurd êrişeke din pêkhat ku tê de 3 kurd hatin qetil kirin.
 
Dewleta Fransayê çawa ku di komkujiya yekem a Parîsê de xwest ser bigire, di komkujiya duwem de jî hewl dide ser bigire. Dewleta Tirk ya li hemberî Tevgera Azadiyê û Berxwedana Gerîlayan binkeftinek mezin dijî, di kesayeta jinên kurd de, jinên ku têkoşîna azadiyê didin meşandin hedef digire. Hikûmeta Erdogan çawa ku çeteyên DAIŞ’ê di her alî de destek dikir û dişand li ser Şengalê ku di esîrkirina jinên Êzidî de rol leyîst. Îro jî li her deverê bi çeteyên DAIŞ’ê jinên ku têkoşîna azadiyê didin meşandin hedef digire.
 
Di pêvajoyeke ku Têkoşîna Jinê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku li tevahî cîhanê di bin hîmê felsefeya Rêber Apo de bilind bûyî de, em vê êrişa hovane şermezar dikin. Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dibin dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ de bi biryardariya bilindkirina têkoşînê em şehîdên Parîsê bibîrtînin û em ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin ji wan bixwazin.”