‘Hûn ê heta kengî li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’

  • 11:29 24 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 656’emîn a nobedê de gazî rayedaran kir û got: “Hûn ê heta kegî li vê bê edaletiyê temaşe bikin?” 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbalt li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Meqam û mirovahiyê cih guhertiye. Hikumet û rayedarên ku dewletê bi rê ve dibin, gelo hûn ê heta kengî li vê bêedaletiyê temaşe bikin?”