Êrîşên li hember siyaseta demokratîk didomin

  • 09:10 24 Kanûn 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Siyasetmedarên jin bertek nîşanê zext û binçavkirinên li hember DBP’ê dan û gotin: “Yên li berxwe didin wê bi ser kevin. Yên zextan dikin wê winda bikin. Têkoşîna me jî wê bidome.”
 
Di çarçoveya polîtîkayên şer yên taybte yên destilatdariyê ku li hember Kurdan didin meşandin didomin, de di 22’ê Kanûnê de parlamenteriya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bi dengên AKP-MHP’ê hat xistin û duh jî li 9 bajaran bi ser buroyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û  gelek malan de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê meşandiye de 14 kes hatin binçavkirin.
 
Yek ji lingê din yê êrîşê li Parîs a Fransayê pêk hat. duh li Parîsê li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyên di Ajansa Nûçeyan a Firatê de cih girtine, li taxa Denîs a Straburg Saînt li hember Navenda Çandê ya Kurd êrîşa çekdarî pêk hat. Hat diyarkirin ku kargeriyên aydê Kurdan yên derdora navenda çandê jî hatine gulebarankirin û şahidan da zanîn ku kesekî ku ji wesayîtê derketiye êrîşa çekdarî pêk aniye.
Her wiha hat hînbûn ku êrîşkar  restoranta aydê welatiyê Kurd û saloneke kuaforê ya aydê Kurdan jî gulebaran kiriye. Di êrîşê de herî kêm 10 kes birîndar bûn û 3 kesî jî jiyana xwe ji dest da.
 
Siyasetmedarên HDP û DBP’ê der barê van êrîşan de nirxandin kirin.
 
‘Fêm kir ku wê hilbijartinê winda bike’
 
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîlloglu balkişand ser betalkirin parlamenteriya Semra Guzel û got ew vê pêkanînê qebûl nakin û wiha dirêjî dayê: “Ev êrîş li hember îrada gel û têkoşîna jinê hatiye kirin.  Çi dikin bila bikin, Semra Guzel îradeya me ye, parlamentera gel e. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê  fêm kiriye ku hilbijartinê wê winda bike, li hember pêkhateyên partiya me her cureyê êrîşê pêk tînin. Lê tu fêdeya tirsê tune ye. Wê yên li ber xwe didin bi ser kevin, yên zextxwir winda bikin. Em êrîşên li hember DBP’ê şermezar dikin. Qebûl nakin.”
 
‘Divê gelê Kurd bêdeng nemîne’
 
Endama Meclîsa DBP’ê Kiymet Temel jî betalkirina parlamenteriya Semra Guzel şermezar kir û got ev darbyeke li hember îradeya gelê Kurd e. Kiymetê wiha vegot: “Di serî de jinên Kurd, divê gel li dijî vê bêdeng nemîne.Hewldanên desthilatdariya faşîst AKP-MHP’ê valane. Gelê me wê bersiva herî baş di hilbijartinan de bide bloka faşîst. Ev zext nayên qebûlkirin.”
 
‘Em serî natewînin’
 
Endama DBP PM’ê Ayfer Balikçi jî destnîşan kir ku ew li dijî zextan serî natewînin û wiha dawî lê anî: “Bi ser navenda me ya giştî, buroyên me û gelek malan de hat girtin. Hevserokê giştî Keskîn Bayindir û rêveberên me hatin binçavkirin. Lê bila vê baş bizanibin. Ev polîtîkayên zextê wê encamê nedin. Zîhniyeta parlamenteriya Semra Guzel xistin, îro li hember partiya me operasyona qirkirina siyasî pêk tîne.Me tu car li dijî vê zîhniyeta darbekar serî netewand û em ê netewînin.”