‘Girtîgehên Tîpa Y tecrîdxane ne’

  • 09:05 24 Kanûn 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
ÊLIH - Ji parêzerên ÎHD’a Êlihê Gulbahar Kaya da zanîn ku girtî di bin şert û mercên giran de tên girtîn û girtîgehên Tîpa Y  ku nû hatine vekirin tecrîdxane ne.
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî roj bi roj girantir dibin. Girtîgeha Tîpa Y ku ji bo girtiyên cezayên muebeta giran girtine hatiye vekirin, hat diyar kirin ku girtî lê di odeyên yek kesî de tên girtin. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê parêzer Gulbahar Kaya girtîgehên Tîpa Y nirxand.
 
‘Girtî nikarin hewcedariyên xwe bînin cih’
 
Gulbahar Kaya destnîşan kir ku şertên girtîgehan ji her demê zêdetir giran bûne, pêkanînên ku rumeta mirovan dişkînin her tim berdewam dikin. Gulbaharê wiha dirêjî dayê: “Bi taybetî girtî nikarin xwe bigihînin hewcedariyên xwe yên esas. Di warê ragîhandinê de pirsgisrêk tên jiyîn. Şertên aboriya ku li derve bandorek mezin li ser mirovan dikin, girtî jî jê bi bandor dibin û bi pereyên ku malbatên wan ji wan re dişînin debara xwe dikin. Her çiqas xwarina wan bê dayîn jî qels dimîne. Alavên paqijiyê girtiyên jin pir dide zorê. Ji ber semawer û lambeyên koxuşan fatura ceyranê pir zêde tê. Gelek caran gîrtî ji bo vê gilî dikin.”
 
‘Di mijara Kurdî de gelek pirsgirêk tên jiyîn’
 
Gulbaharê balkişand ser pirsgirêkek din a girtiyan û wiha domand: “Di alî gîhandina cilên zivistanê de pirsgirêk tên jiyîn. Cilên ku ji girtiyan re tên şandin bi kuçikan didin bîhnkirin û di alî teslîmkirinê de jî tên rawestandin. Dîsa di alî ragîhandinê de pirsgirêk tên jiyîn. Nameyên ku gotinên Kurdî têde ne nayên dayîn an jî tên sansurkirin. Girtiyên ku zimanê wan Kurdî ye û bi Kurdî diaxivin nikarin ji pirtûkxanê fêdeyê bigirin û di pirtûkxaneyan de tenê pirtûkên Tirkî hene. Saetên hewadankê kêmin. Di demên dawî de lêgerînên tazî pirsgirêka herî mezine.  Lêgerînên tazî yên di binçavkirinan de tên ferzkirin di ketina girtîgehê de jî tê hember girtiyan. Ev îşkenceyeke ku li dijî rumeta mirovahiyê ye. Em pêvajoya hiqûqî ya pêwist didomînin.”
 
‘Girtîgehên Tîpa Y tecrîdxane ne’
 
Gulbaharê destnîşan kir ku armnaca ceza ev e ku kes ji bo civakê bê qezenckirinê ye. Gulbaharê her wiha ev tişt anî ziman: “Girtîgeh ji aliyê kesên ku qanûnan derdixin ve wek pêvajoya rehabîlîtasyonê tên binavkirin. Dema rewş wisa be kesên demek dirêj di bin tecrîdê de bin wê çawa bi civakê bên qezenckirin?Herî dawî girtîgehên Tîpa Y hatin vekirin. Ev girtîgeh tam tecrîdxane ne. Sê katin û di her sê katan de jî girtî hene. Dixwazin li van girtîgehan girtiyên cezayê muebeta giran girtine bên bicihkirin.”
 
‘Ji bo girtiyên muebeta giran girtine’
 
Gulbaharê armanca avakirina girtîgeha nû hatiye vekirin jî nirxand û got : “Pêvajoya rehabîlîteya tê hedefkirin veguhertine îşkencexanê. Girtîgeha Tîpa Y bi ewlehiya bilind e û girtî di odeyên yek kesî de tên girtin. Kapasîteya wan nêzî 300-400’î ne. Ji bo girtiyên cezayên muebetê girtine hatine dîzaynkirin.”
 
Gulbaharê rewşa girtiyên nexweş jî bi bîr xist û wiha dawî lê anî: “Pêvajoyên girtina raporên ATK’ê û şertên girtîgehan eziyetek mezine. Ji bo kesên mafyayê dibêjin nexweşê girane û rapora ATK’ê tê dayîn. Lê ji bo girtiyê nexweş yê 80 salî Mehmet Emîn rapora ‘Dikare girtî bimîne’ didin. Ji bo girtiyên nexweşên giran çend roj ji mirina wan re dimîne rapor tê dayîn. Lê mafê wan kesan heye ku ligel malbata xwe jî bimînin. Raporên ATK’ê gelek caran wek skandalekê ne. Hêviya me ev e ku biryarên adîlane bên dayîn.”