Jin dipirsin: Çima kujerê Meryemê nayê girtin?

  • 15:19 23 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Kujerê Meryem Sevîm Musa Sevîm hîna nehatiye girtin. Tora Têkoşîna bi Şîdetê re û malbata Meryemê, bertek nîşanî negirtina Musa Sevîm dan û gotin kujer çîma nayê girtin. 
 
Tora Têkoşîna bi Şîdetê re ya Amedê, derbarê serbesthiştina kujerê Meryem Sevîm a ku di 13'ê Kanûnê de hat kuştin Musa Sevîm de li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Hevparên Torê, malbata Meryemê û hevalên wê jî tevli daxuyaniyê bûn.
 
'Kujer li derve ye'
 
Endama Tora Têkoşîna bi Şîdetê re parêzer Newroz Uysal, diyar kir ku ku îro sedema wan a li ber edliyeyê ji ber serbest hiştina kujerê Meryemê ye. Newroz diyar kir ku kujer li derve serbest digere.
 
'Li cihê herî qelebalix hat kuştin'
 
Piştre li ser navê torê endama Navenda Mafên Jinan a Baroyê Dîren Vurgun daxuyanî xwend û got, "Meryem li cihê herî qelebalix ê Amedê qetil li kafeyekê qetil kirin. Musa Sevîm ji cihê bûyerê reviya û li gel lêgerîna derbarê wî de 40 roj e nehatiye girtin. Roj bi roj qetilkirina jinan zêde dibe û gihîştiye asta qirkirinê. Di sala 2022'yan de li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin li Tirkiyeyê ji 300'î zêdetir jin hatine qetilkirin. Ev jî asta şîdetê ku hatiye nîşanî me dide.  Em ê li dijî tundiya li jinê tê kirin û zîhniyeta mêr ku dixwaze qirkirina jinan bi civakê bide qebûlkirin  têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Kesên ku dibin dengê Meryemê tên tehdîtkirin'
 
Dîren diyar kir ku li hemû kolanên Amedê kamera hene, lê li gel vê jî kujerê ji cihê bûyerê reviya 40 roj e nayê girtin. Dîren anî ziman ku ew bi gûmana lêpirsîn bi rêk û pêk nayê kirin dijîn û ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyayê ew nikrin asta ku lêpirsîn tê de ye bişopînin. Dîren wiha dirêjî da axaftina xwe, "Musa Sevîm ê ku bi qetilkirina Meryemê nehat ser, kesên ku li dijî qetilkriina meryemê bêdeng neman û ji b wê edaletê dixwazin jî tehdît dike. Ser bûyerên qetilkriina jinan nikare bê girtin. Erka darazê ew e ku hemû cînayetên jinan lêkolîn bike, kujeran bi cezyê heq ditin ceza bike û edaletê bi cih bîne."
 
'Dê têkoşîna me kujer bide girtin'
 
Dîrenê wiha axaftina xwe dewam kir, " Em careke din bi bîr dixin,  Erka dewletê ye ku li gorî Peymana Stenbolê jinan ji her cureyê şîdetê biparêze û şîdeta nava malê ku li jinan tê kirin lêkolîn bike .Wekî Tora Piştevaniya bi Şîdetê re em ê şopdarên dosyaya derbarê qetilkirina Meryem Sevîm bin û hera ku her jinek bi qanûnan bê parstin û wekheviya civakî pêk bê wê têkoşîna me bidome."
 
'Ger ku dewlet bixwaze dikare bigire'
 
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn dayika Meryemê Muhabet Sevîm axivî û got, " Bila kujerê keça min bê girtin. Wê heta kengî xwe veşêre?  Heta ku kujer bê girtin ezê têkoşîna xwe bidomînim.  Dayika kujer her ro ji me re peyamê dişîne û dibêje,'lawê min li Iraqê ye tu kes nikare dest bidê'. Lê ger ku Dewlet bixwaze dikare di 24 saetan de wî bigire."
 
'Hin kesên ku baweriya wî bi wan tê hene'
 
Herî dawî xuşka Meryemê Gulîstan Sevîm axivî û got, "Kanî dewlet ger ku heye bila kujer bigire.  Îro tişta hat serê me dê sibe bê serê hinekî din.  Bila tu kes bêdeng nemîne. Kanî edalet li ku ye?  Heta ber deriyê me tê. Kanî dewlet çima nagire. Her roj me tehdît dike. Ji ber ku vir Amed e ne kes dengê xwe derdixe û ne jî kujer tê girtin. Ger ku bihata hesabê we we niha ji zû ve girtibûna. Bê hesabê we ye.  Piştî ku ku xuşka min qetil kir qêriya ye û gotiye, 'Navê min Musa Sevîm e'. Dêmekî bi dewletê bawer e û ji cihekî cesaretê digire. Çima piştî ku xuşka min tê qetilkirin agahiyê didin me? Ger ku alîkarî nedana yê wê zû agahî bida me."
 
Daxuyanî piştî metnê hat xwendin û axaftinan bi dawî bû.