Gultan Kişanak: Îqtîdar ji demokrasiyê ditirse

  • 15:07 23 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de, siyasetmedar Gultan Kişanak axivî û diyar kir ku îktidar ji aştiyê û demokrasiyê ditirse û got: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi hiqûq û demokrasiyê heye.”
 
Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja çaremîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin. 
 
Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin.
 
Danişîn bi parastina Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak berdewam kir. Gultan di parastina xwe de bal kişand ser hevşaredaran ku ji wezîfeyê tên girtin û qeyûm tayînî cihê wan tên kirin û tayînkirina qeyûmê şaredariya Amedê û cezabirîna li şaredarê Stenbolê dişibin hev. Gultan got mufeştîşên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ketine şûna polîsan û bi ser şaredariyan de digirin. 
 
Gultan destnîşan kir ku hiqûq û qanûn li Tirkiyeyê serobin bûye û got: “Wezareta Dadê îro ketiye bin kontrola Wezareta Karên Navxweyî. Em bi darazek alîgir ku ketiye bin kontrola îktidarê re rûbirû ne. Di hiqûqê de sosretî tên kirin. Îdianame ji aliyê Suleyman Soylû ve tên amadekirin. Li welat mîsogeriya hiqûqê nemaye. Niha bi destê polîsan hiqûq tê birêvebirin. Divê ku demildest dev ji van bêhiqûqiyan bê berdan. Pêdiviya Tirkiyeyê bi hiqûqê û demokrasiyê heye. Îktidar li vî welatî ji pêvajoya çareserî û aştiyê ditirse. Ev îktidar ewqas ji têkoşîna me ditirse, kî li ber wan rabe bi ‘terorê’ tawanbar dikin û ceza dikin.” 
 

Etîketan:

kobanê doz