Dozger di asta jor de ceza ji Şebnemê re xwest

  • 14:54 23 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
STENBOL - Dozger di danişîna doza Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci de ji îdiaya “propaganda rêxistinê” di asta jor de ceza xwest. 
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Îro danişîna ewil a doza Fincnci li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. 
 
Şebnem, di danişînê de bi berfirehî parastina xwe kir û bal kişand ser xebatên xwe yên zanist û destnîşan kir ku xebatên wê yê zanistî berovajî hatine belavkirin û li dijî xebatên wê kampanya lînckirinê hatiye destpêkirin. Şebnem, diyar kir ku bal kişand ser girîngiya pîşeya bijîşkiyê û anî ziman ku hekîmtî ango bijîşkî heqîqetê derdixe holê û got: “Em lêgerînerên heqîqetê ne.” 
 
Şebnem destnîşan kir ku wê bi dehan xebat li ser kîmyasalê kirine û gelek makale û pirtûk li serê nivîsandine û ew di qada xwe de pispor e û xebata wê ya li ser çekên kîmyewî hatine terorîzekirin. Şebnem, anî ziman ku deynê stûyê wê ye ku mirovahiyê biparêze û xebata xwe ya di warê pisporî de bike. 
 
Parêzerên Şebnemê jî parastina miwekîla xwe kirin û destnîşan kirin ku miwekîla wan li ser fermana îktidara siyasî hatiye girtin. Parêzeran xwestin miwekîla wan bê berdan. 
 
Piştî parastina parêzeran dozger xwest di asta jor de li gorî xala 7/2 a TMK’ê de ceza li Fîncanci bê birîn û girtî bê darizandin. 
 
Heyeta dadgehê navber da danişînê û tê payîn biryar bê eşkerekirin.