Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin

  • 14:34 23 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî operasyona li hember DBP’ê, li gelek bajaran çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama "Me serî netewand û dê têkoşîna me didome” hat dayîn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de polîsan bi ser avahiyên DBP’ê de girtin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de 15 rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin. Li gelek bajaran bertek nîşanî operasyon û binçavkirinan hat dayîn. 
 
Wan
 
Parlamenter û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û DBP’ê li Wanê bi armanca berteka li dijî operasyonê meş li dar xistin. Gelek kesên li ber avahiya DBP’a Wanê kom bûn serdegirtinan protesto kirin. 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yê DBP’ê Okkeş Kava axivî û diyar kir ku DBP kevneşopiya têkoşîn û siyaseta 30 salan e û wiha axivî: “Em ê bi van zextan paşve gav neavêjin. DBP ew partî ye ku bi 17 hezaran windakirinan we neqedand. Me li ber van binçavkirin û girtinan paşve gav neavêt û em ê neavêjin. Ji me ditirsin çimkî em bihêz in û dizanin ku em mafdar in. Ew ditirsin çimkî dizanin wê di demek kin de bibin partiya tabelayê. Em li vir bûn û em ê li vir bin û têkoşîna me bênavber didome.”  
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê Wanê Tayîp Temel jî bertek nîşanî operasyonê da û got: “Gelek partiyên me bi mekanîzmaya darbeyan hatin girtin. Tevî vê yekê jî me xwe gihand bi milyonan kes. Me li ber van operasyonan serî netewand û em ê netewînin.”
  
Piştî axaftinan ji ber avahiya DBP’ê heta ber avahiya HDP’ê girseyê meş li dar xist û dirûşm berz kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî girse meşiya û dirûşmên wek “Bijî berxwedana DBP’ê”, “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Roj were dê AKP hesab bide gel” û “Em li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” berz kirin. 
 
Riha 
 
Li Rihayê Hevserokên DBP’a Bajêr Hîdeyet Enmek û Rabîa Arslan hatin binçavkirin. Polîsan deriyê avahiya DBP’ê şikandin û ketin hundir lêgerîn pêk anîn û gelek pirtûk, alen partiyê û amûrên DBP’ê desteser kirin. Piştî lêgerînê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî di nav de nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesan li ber avahiya partiyê oerasyona şermezar kirin. Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş axivî û wiha got: “Bila di serî de mîmarê vê operasyonê Suleyman Soylû baş bizanibe ku em ê serê xwe li ber wî netewînin. Wê ferdek HDP, DBP’ê serî li ber Soylû netewîne.”
  
Parlamenter Omer Ocalan jî axivî û bi bîr xist ku hê duh parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin îro jî operasyonên qirkirina siyasî li gelek bajaran li dijî DBP’ê pêk hat. Omer Ocalan da zanîn ku ew ê li dijî zilmê û zextan têkoşîna xwe hin bêtir berfirehtir bikin.
 
Şirnex 
 
Li Şirnexê jî polîsan serê sibehê bi ser avahiya DBP’ê ya bajêr de girt. Xelkê ku operasyon bihîst hatin ber avahiya partiyê û binçavkirinan protesto kirin. Têkîldarî operasyonê de Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr daxuyanîyek da. Endam û rêxistinên navend û navçeyên HDP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Keskê ya Çep (YSP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka HDP’ê yê Şirnexê Ayşe Sagolcak ve hate xwendin. Ayşe, da zanîn ku vî sibehê digel Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokê DBP’ê Şirnexê Zekî Îrmez û gelek kes hatine binçav kirin. Ayşe, wiha axivî: “Armanca sereke ya hedefgirtina DBP'ê ew e ku bêrîya hilbijartinê, desthîlatdariya AKP-MHP’ê bir ê û rêbazên antî demokratîk êrişê îrade û hêza rêxistinbûyî ya Gelê Kurd bike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê, bi planên şer, operasyonên edlî û darbeyên siyasî dixwaze vîna Gelê Kurd ku hêza wê yê herî dînamîk û xurt e, bifetisîne. Di vê pêvajoyê de; Bi kûrbûna tecrîda mutlaq a li Îmraliyê, îşkenceya li kolanan a polîsan a li hemberî siyasetmedaran, êrişên li ser dayikên edaletê û herî dawî îro êrişên li dijî DBP’ê ve tê armanc kirin ku qirkirinek topyekûn were meşandin.
 
Em operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî DBP'ê bi tundî şermezar dikin. Em careke din dubare dikin ku bi mezinkirina bersiva xwe ya demokratîk re, em ê van operasyonên qirkirina siyasî jî pûç bikin. Bi bertekên me yên demokratîk wê gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin, yê winda bike jî hikûmeta AKP-MHP'ê ye.”
 
Hevserokê HDP’ê yê bajarê Şirnexê Abdullah Gungen jî axivî û got: “Hikûmeta AKP û MHP bi hemû amûrên xwe yên şer êrişê dike û rêbazek nema ye ku li dijî kurdan êrişê bike. Tu hêz nikare deskeftî û têkoşîne Gelê Kurd binpêbike.”
 
Antalya 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Antalya jî li ber avahiya xwe têkildarî operasyona ser DBP’ê daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da. Hevseroka HDP’a Antalyayê Hulya Hasbay axivî û destnîşan kir ku îktidar dixwaze îradeya gelê kurd bi operasyon, binçavkirin, darbeyên siyasî û girtinan bitepisîne û got: “Em ê êrişên AKP-MHP’ê têk bibin. Wê têkoşîna bi rêxistinkirî ya gelê kurd her berdewam bike.”
 
Dîlok 
 
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê ji bo serdegirtin û binçavkirinên li dijî DBP’ê şermezar bikin, li avahiya DBP’ê ji bo 3 rojan çalakiya nobetê da destpêkirin. Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî yê di çalakiya nobetê ya li avahiya DBP’a bajêr hate destpêkirin de axivî, wiha got: “Roj derbas nabe ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî gelê me û partiya me operasyona qirkirina siyasî nede destpêkirin. Her roj zext, girtin û binçavkirinên wiha çêdibin. Em jî li dijî vê bi pêkhateya xwe DBP’ê re ji bo 3 rojan çalakiya nobetê didin destpêkirin. Em hemû gelê xwe û raya giştî vedixwînin nobetê. Em ê sekneke xurt xwedî li partiya xwe derkevin. Qasî ku em xwedî li partiya xwe derkevin wê desthilata AKP’ê û MHP’ê paş ve biçe. Êdî 5 meh wextê wan maye. Piştî 5 mehan em ê desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin sergoyê dîrokê.”
 
Çalakiya nobetê ya li avahiya DBP’a Bajêr a li Taxa Bey dest pê kir, wê 3 rojan ji saet 10.00’an dest pê bike û heta 17.00’an bidome.