Li dijî polîtîkayên dewletê parastina cewherî

  • 09:02 23 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama polîtîkayên dewlet û darazê de, di 11 mehan de 453 jin û 101 zarok ji hêla mêran ve hatin qetiklirin. Jinên li dijî vê gotin "Parastina cewherî maf e", tevî hemû polîtîkayên dewletê parastina cewherî pêk anîn.
 
Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê, ji ber zimanê dewletê  tundî û qetilkirina jin û zarokan didome. Tu xebateke dewletê ya ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê tune û daneyên der barê tundiyê de jî rastiyê nîşan nadin. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de di sala 2022’yan de di 11 mehan de 250 jin û 46 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. 203 jin û 55 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li welat her roj sê jin û zarok tên qetikirin û her diçe tundiya mêr zêde dibe. Li dijî êrişên serdestiya mêr jin bi parastina cewherî bersivê didin.
 
Çile
 
* Meletiyê jina bi navê Î.K ku li bendê otobusê bû, ji aliyê mêrê bi navê M.B ve hat şopandin û hate tacîzkirin. Li dijî êrişkar jinê parastina cewherî pêk anî.
 
* Li Beyşehîr a Konyayê jina bi navê Fatma K. li dijî mêrê pê re zewicandî ku tundiya sîstematîk li wê û zarokê wê dikir, parastina cewherî pêk anî û êrişkar kuşt. Fatma derxistin dadgehê û girtin.
 
Sibat
 
* Pirebokên Kampusê ku têkiliya wan bi mirina Ulkucu Firat Çakiroglu re ava kirin, hedef hatin nîşandan. Li ser vê Pîrebokan daxuyanî dan û gotin ew wê rêxistinbûn û parastina xwe ya cewherî bidomînin û pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin.
 
* Li Boluyê Nurhayat A. li dijî mêrê ku tundî lê kiribû parastina cewherî pêk anî.
 
Adar
 
* Li navçeya Arpaçay a Qersê Azra Erdgan li hember Bîrdal Dogan ku ew revandibû û bi zewacê tehdîd kiribû, parastina cewherî pêk anî û kuşt. 
 
Nîsan
 
* Li navçeya Dortyol a Hatayê mêrê bi navê Alper Erbek hewl da hevjîna xwe Nagîhan Erbek qetil bike. Nagîhanê li dijî vê parastina cewherî pêk anîn û Alper Erbek kuşt. Nagîhan piştî bûyerê hat girtin.
 
* Li Kocaeliyê  jina bi navê Damla Kutulu di 2015’an de li dijî mêrê ku pê re zewicandî ku 15 salan tundiya sîstematîk lê kiribû, parastina cewherî pêk anîbû û di encama şertên parastina rewa de hatibû beratkirin. Dadgeriyê doz xera kir û cezayê muebetê dan Damlayê. Heyetê ji rewşa baş ceza daxist 15 salan.
 
Gulan
 
* Li Seyhan a Edenê Arzu P. li dijî Haci P.yê pê re zewicandî  ku tundiya sîstematîk lê dikir parastina cewherî pêk anî û Arzu bi şerta kontrola edlî hat berdan. 
 
* Li Îzmîrê gumanbar Serhan Eroglu destdirêjî li du zarokan kiribû. Asya Dîzlek ya li dijî wê parastina cewherî bikaranî çaremî runiştina wê hat dîtin. Rûniştin bi hinceta rapora ATK’ê nehatiye hat taloqkirin.
 
Hezîran
 
* Li Enqereyê jina bi navê Mevlude Akgun ya 76 salî li dijî tundiya mêrê ku pê re zewicandî parastina cewherî pêk anî.
 
Tîrmeh
 
* Li navçeya Arpaçay a Qersê  Azra Erdag ku li dijî Bîrdal Dogan parastina cewherî pêk anî bû, di runiştina yekem de hatibû tahliyekirin.
 
* Li Pirsûs a Rihayê jina bi navê F.Y, parastina cewherî pêk anî û mêrê bi navê Ferhat D. kuşt. 
 
Tebax
 
* Li Mudurnu ya Boluyê jina bi navê S.A  parastina cewherî pêk anî û mêrê bi navê A.A ku destdirêjiya zayendî lê kiribû, birîndar kir. S.A piştî bûyerê hat girtin.
 
Îlon
 
* Li Îzmîrê Asya Dîzlek li hember Serkan Eroglu yê destdirêjî li zarokan kiribû, parastina cewherî pêk anî û bi hepsa malê hat tahliyekirin.
 
* Li Amedê jina bi navê Z.S,  li hember birayê hevjînê xwe M.S ku destdirêjiya zayendî lê kiribû parastina cewherî pêk anî û Z.S hat binçavkirin. Z.S bi şerta kontrola edlî hat berdan.
 
* Li Enqereyê Mevlude Akgun li hember mêrê ku tundî lê kiribû parastina cewherî pêk anî. Ji 18 salan heta 24 salan ceza tê xwesetin û doza wê taloqî 20 cotmeheke din hat kirin.
 
* Di 28’ê nîsanê de li Dortyol a Hatayê  Nagîhan Erbek, Alper Erbek kuştibû. Îdianameya wê hat amadekirin. Runiştina ewil taloqî 12’yê cileya 2023’yan hat kirin.
 
Cotmeh
 
*Der barê Mevlude Akgun ku, li Enqereyê hevjînê xwe ku tundî lê dikir, parastina cewherî pêk anî, biryar hat dayîn û dadgehê hepsa malê da Mavludeyê.