Êrişê îstasyona avê ya Kobanê hat kirin
- 16:15 22 Kanûn 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê li gundê Şêxlera Jorîn ê li rojavayê Kobanê êrişê îstasyona avê kir. Di êrişê de 3 karker birîndar bûn.
Li gori nûçeya Ajansa ANHA'yê Tirkiyeyê li gundê Şêxlera Jorîn ê dikeve rojavayê Kobanê êrişî karkerên li îstasyona avê kir. Di encama êrişê de 3 karker birîndar bûn, wesayitek hat rûxandin.
Hate ragihandin ku xesarên madî gihiştiye îstasyona avê.
Karkerên ku di êrişê de birîndar bûne Fadil Bazar (49), Bozan Şêx Nebî (48) û Muslim Hemo (55) rakirin nexweşxaneya Kobanê.