Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin

  • 16:09 22 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Hat zanîn ku li Girtîgeha Eregliyê ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî û binpêkirina mafan lê didome, ceyran, av û gaza xwezayî ya li qawîşan hatiye qutkirin. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), girtiyên siyasî yên kurd ên li Girtîgeha Eregliya Konyayê ya Ewlehiya Bilind tên ragirtin, di 4’ê cotmehê de li dijî binpêkirinên mafan û tecrîdkirina giran greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Girtiyan di 16’ê mijdarê de greva birçîbûnê veguherandin greva bêdem û bêderoveger û hê jî didome. Girtiyên ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan didomînin ragihandin ku li qawîşan ceyran, av û gaza xwezayî hatiye qutkirin. 
 
Îbrahîm Sutcu yê di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê ragihand ku daxwazên wan nayên qebûlkirin û hê jî li hucreyên yek kesî tên ragirtin. Îbrahîm diyar kir ku şert û mercên girankirî yên li girtîgehê didomin û niha jî av, ceyran û gaza xwezayî li qawîşên wan tên qutkirin û her ku diçe rewş xedartir dibe. Îbrahîm banga piştevaniyê li rêxistinên maf û hiqûqî kir.