500 sînemavanan ji bo berdana Terane Elîdostî bang kirin

  • 14:37 22 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji gelek deverên cîhanê nêzî 500 sînemavanan daxwaza demil dest berdana lîstîkvana Îranî Terane Elîdostî kirin.
 
Nêzîkî 500 sînemavanên ji gelek deverên cîhanê ku di nav de lîstikvana xelata Oscar’ê wergirtî Kate Winslet û derhênerê Brîtanî Ken Loach heyî, bi nameyeke vekirî daxwaza demil dest berdana lîstîkvana bi nav û deng a Îranî Terane Elîdostî kirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku di 17’ê Kanûnê de hêzên dewleta Îranê bi ser mala lîstîkvan Terane Elîdostî de girtibûn ku ji beriya niha Terane Elîdostî ji bo piştgiriya xwepêşandanan, wêneyê xwe bê kefî û bi rakirina kaxezek dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ parvekiribû. Her wiha medyaya Îranê diyar kir ku hêzên rejîma Îranê piştî lêgerîna li malê ew girtine.
 
Piştî girtina Terane Elîdostî li welatê Îranê û derveyî Îranê, gelek hunermend, lîstîkvan û sînemavan bi şêweyên cuda cuda piştgiriya xwe ji bo Terane Elîdostî nîşan didin û daxwaza demil dest berdana wê dikin.