Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 654'an de ye

  • 13:13 22 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar ku çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja 654’emîn de berdewam dike ev peyam parve kir: “Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 654’emîn de berdewam dike. Malbata ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê edliyeyê, li wir dest bi nobeta xwe kir. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne. Navê Xweda yê bi siyaset nîne. Lê navên wî yên bi Heq û Adil hene. Em xwe dispêrin van her du navên Xwedê û li Rihayê 654 roj in ji bo jiyaneke weke mirovan Edaletê dixwazin.”