Yekemîn danişîna Pakîstan Demîr hat dîtin

  • 13:01 22 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Yekemîn danişîna doza kujer Mehmet Emîn Oner ê ku Pakîstan qetil kir, hat dîtin. Kiryarê ku sewqê nexweşxaneyê hat kirin de rapora "Ji bo ceza bigire tu astengî tuneye" hat dayîn. 
 
Di 16’ê îlonê de  Pakîstan Demîr a 34 salî ku li çoltera taxa Zenganê ya navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin. Yekemîn danişîna dozê bi sûcê “Kuştina jin û hevjînê ya bi zanetî” li Dadgeha Cezayê Giran a Midyatê hat dîtin. Parêzera Komeleya Jinan Rozayê û ya malbatê Leyla Kaya, Komîsyona Mafê Jinan a Baroyên Mêrdîn, Amed û Êlihê û malbata Pakîstanê di danişînê de amade bûn. Her wiha Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, aktîvîstên TJA'yê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan jî wekî temaşevan tevlî bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir. 
 
Kujerê ku ji aliyê dadgehê sewqê Serwîsa Psikiyatriya Edlî ya Ewlekariya Bilind a Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Elezîzê rapor xwest ku rewşa derûnî ya kiryar baş e yan na. Di raporê de biryara "ji bo ceza bigire tu astengî tuneye" cih girt. Ligel vê yekê kujer tevlî dozê nebû.    
 
Di danişînê de destpêkê de îfadeyên malbata Pakîstan bi tevî tercuman hat girtin. Bavê wê Yusuf Demîr, wiha got: "Ev kiryar hertim tundiyê bi keça min dikir. Lê keça min ji tirsa nekarî bigota. Ji ber tundiyê keça min du caran çû stargehê. Malbata kujer hat bi zorê keça min birin. Roja bûyerê ez ne li malê, li gundekê bûm. Telefon ji min re hat gotin keça min hatiye qetilkirin û li ser vê yekê ez çûm nexweşxaneyê. Piştre neviyê min ê mezin behsa buyerê kir. Wê rojê bi tevî du birayên xwe çûye gund. Birayeke wî motor ajotiye. Yek jî bi erebeyê paş wan de çûye. Beriya bûyerê ew ji noqteya cendirmeyan derbas nebûne, ketine rêya gund. Keça min li ber çavên neviyê min hat qetilkirin. Keça min bi awayek plankirî hat qetilkirin. Ez dixwazim cezayê herî giran bigire."
 
Dayîk Naîme Demîr jî got ew bi çavên xwe tiştek nedîtiye,  lê keça wê bi awayek hov hatiye qetilkirin. Naîme got neviyê wê behsa vê bûyerê kiriye û ji ber vê yekê ev bûyer berê ve hatiye plankirin.
 
Xwîşka wê Bêrîvan Demîr jî ev tiştan anî ziman: "Min bûyer nedît lê kesên ku dîtine guhdar kirim. Hemû tiştî plankirine û wisa xwîşka min qetilkirine. Ez dixwazim kiryar cezayê herî giran bigire. Ez naxwazim ku êdî jin bên qetilkirin. Kiryar dema ku vê hovîtiyê kir zane ku dê cezayek giran negire. Lewma jî daxwaziya me ew e ku cezayê herî giran bê dayîn."
 
Parêzer Leyla Kaya, daxwaz kir ku heta kujer neyê guhdarkirin bila şahid neyên guhdarkirin. Dadgehê bi lêv kir ku niha îfadeya şahid bê girtin, piştî îfadeya kujer carekedin şahid dikarin bên guhdarkirin. Şahid Emîne Dursun jî got, kiryar û Pakîstan kirêcê wê bûne û axivî: "Lê Pakîstan ji min re behsa tiştekî nedikir. Min ji derve dibihîzî. Îfadeya min a ki adliya Kerboranê raste."
 
Parêzer Leyla Kaya, Ayşe Siyakoç û Seher Acay, destnîşan kirin ku di dosyeyê de binpêkirina mafî heye. Parêzeran wiha gotin: "Kiryar 'bizanebûn" û 'hêstên cinawirî' vê sûcê kiriye û ev sûc mafê jiyanê binpê dike û li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Em dixwazin darizandin bi awayek edilane û zelal bê kirin. Her wiha bêyî kiryar derbikeve hemberê dadgehê sewqê nexweşxaneyê hat kirin û em van hemûyan re îtîraz dikin. Em daxwaza berdewamiya girtina kiryar  dikin."
 
Her wiha gelek parêzer ji bo dozê bişopînin belgeya erkdayînê dan dadgehê. Dadgehê ji bo biryarê navber da. 
 
Piştî navberê dadgehê derbarê kiryar de biryarên berdewamiya girtin wî û danişîna dinê de tevlî dozê bibe hat dayîn. 
 
Doz taloqê 26'ê çileya 2023'yan hat kirin.