ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 22 Kanûn 2022
  • Rojev
 
* Polîtîkayên desthilatdariyê îsal jî pêşî li sûcên destdirêjiya zayendî ya li hember zarokan negirt. Li gorî daneyên rayagiştî û wezareta dadê tenê, di 2020’an de hejmara dosyayan 17 hezar û 938 bû û  di 2021’ê de derket 20 hezar û 459’î. Daneyên 2022’yan hîna nehatine parvekirin. PANORAMA 
 
* Yek ji parêzerên Buroya Amedê Cansel Talay, balkişand ser polîtîkayên li hember jinan û got: “Desthilatdarî û rêxistinên olî,bi giştî li ser bedena jinê hatine avakirin û vê serdestiyê dixwazin ser hemû civakê belav bikin.” DÎMEN HEYE
 
* Endama Meclîsa Xwendekarên Demokratîk Zubeyde Kaya diyar kir ku ev tecrîda giran li ser têkoşîna azadiyê ya gelan e. Ez bang li hemû gelê me dikim ku li dijî tecrîd, şer û bikaranîna çekên kîmyewî têbikoşin.” 
 
*Hevseroka TUHAYDER'ê ya Wanê Edîbe Babûr, diyar kir ku divê edalet bê vî welatî û got: "Ji bo edalet pêk bê jî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ji bo aştî û rewşa aram jî divê carek din maseya diyalogê bê avakirin."