Rûniştina doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin

  • 14:34 21 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
STENBOL - Dadgehê di danişîna doza 7 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de biryar da ku têkildarî dozê rapora pispor were xwestin. Dadgehê biryara da ku derbarê xebatên wê rojnameyê de rapora pispor bê xwestin, daxwaza rojnamevana a rakirina şertê kontrola edlî red kir û danişînê 22’yê adarê kir. 
 
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi Biryara di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. 7 xebatkarên rojnameyê ji doza rojnameyê dihatin darizandin  û cezayê li wan hatibû birîn ji hêla dadgeha îstînafê ve hatibû xerakirin û doz ji nû ve tê lidarxistin. Danişîna 6’emîn a dozê li 23’yemîn Dadeha Cezayê giran a Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamevan bi îdiaya “endamtî û propaganda rêxistinê”, “xelkê li kîn û dijminahiyê sor kirine” û “pesindayîna sûc û sûcdar” tên darizandin. Rojnamevan Reyhan Hacioglû, Hîcran Urun, Îshak Yasûl, Mehmet Alî Çelebî û parêzerên xwe Sercan Korkmaz, Ozcan Kiliç û Meral Hanbayat tev li danişînê bûn. 
 
Rojnamegerî tê darizandin
 
Rojnamevan di danişînê de axivîn û destnîşan kirin ku ew ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên darizandin. Dozger jî mutalaya xwe ya ku cezayê berê tê de tê daxwazkirin dubare kir. Rojnamevan Hîcran Urun li dijî mutalaya dozger rabû û anî ziman ku ew mutala hemû ji nûçeyan û xebatên rojnamevaniyê pêk tê û ev darizandina rojnamevaniyê ye û xwest bê beraetkirin. 
 
Mehmet Alî Çelebî jî anî ziman ku rojnamevan li gorî konjonkturê tên darizandin. Reyhan Hacioglû jî diyar kir ku rojnamevanî tê darizandin û xwest ew biryara şertê kontrola edlî ya derbarê wan de ku didome bê rakirin.
 
Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û ji bo dikaribin li dijî mutalayê parastina xwe bikin dem xwestin. 
 
Dadgehê biryara da ku derbarê xebatên wê rojnameyê de rapora pispor bê xwestin, daxwaza rojnamevana a rakirina şertê kontrola edlî red kir û danişînê 22’yê adarê kir.