Biserdegirtina malan li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin

  • 14:07 21 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Biserdegirtina malan li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin. 
 
Hate ragihandin, ku serdegirtin di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatiye kirin.
 
Di serdegirtinê de Mehmet Dersûlû, kedkarê çapemeniyê Îsmaîl Cengîz Mûmcû, Merve Demîrel, Omer Akyel, Şengul Ozdemîr û Tûran Aktaş hatin binçavkirin.
 
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Hinceta binçavkirinê nehate eşkerekirin.